Rezervên Banka Navendî ya Tirkiyeyê di hefteyekê de 2.7 milyar dolar kêm bûn

14-03-2024
RÛDAW
Nîşan Banka Navendî ya Tirkiyeyê Rezerv
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rezervên diravên biyanî yên Banka Navendî ya Tirkiyeyê di nav hefteyekê de 2 milyar û 726 milyon dolar kêm bûye.

Ji bilî diravên biyanî yên ku bi faîzê wê ji bo welatên din tê dayîn (swap) rezervên net daketiye bin sifirê 53.9 milyar dolaran.

Banka Navendî ya Tirkiyeyê îro amarên heftane yên pere û bankayê eşkere kirin.

Li gorî amarên herî dawî yên 8ê Adarê rezervên giştî yên Banka Navendî bi kêmbûna 2 milyar û 726 milyon dolaran daket 77 milyar û 785 milyon dolaran.

Herwiha rezervên diravên biyanî di 1ê Adarê de 80 milyar û 511 milyon dolar bûn.

Di heman demê de rezervên zêran jî bi zêdebûna 2 milyar û 340 milyon dolaran ji 50 milyar û 408 milyon dolaran derketiye 52 milyar û 748 milyon dolaran.

Bi giştî rezervên Banka Navendî 8ê Adarê li gorî hefeteya beriya wê 386 milyon dolar kêm bûye û ji 130 milyar û 919 milyon dolaran daketiye 130 milyar û 533 milyon dolarên Amerîkî.

Banka Navendî ya Tirkiyeyê ragihandibû ku ew rêjeya faîzê naguherînin û wekî ji sedî 45 dihêlin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst