Firotina xaniyan li du bajarên Bakur herî kêm e

14-03-2024
Nîşan Kirîn û Firotina Xaniyan Bakurê Kurdistanê Dêrsim Erdexan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Miha sibatê xanî herî kêm li Erdexanê û Dêrsimê hatine firotin.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) amarên firotina xaniyan ên Sibata 2024an eşkere kirin.

Li gorî amarên TUIKê, 2 mehên destpêkê yên sala 2024an, li gorî heman mehên sala 2023yan firotina xaniyan ji sedî 2 daketiye û 174 hezar û 210 xanî hatine firotin.

TUIKê diyar kir ku Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha sibatê li gorî heman meha sala borî firotina xaniyan ji sedî 17,3 zêde bûye û 93 hezar û 902 xanî hatine firotin.

Meha sibatê xanî herî zêde li parêzgehên Stenbol, Enqere û Îzmirê yên Tirkiyeyê û herî kêm jî li parêzgehên Erdexan û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê xanî hatine firotin.

Li Erdexanê 18 xanî hatine firotin

Li Erdexanê meha sibatê tenê 18 xanî û li Dêrsimê 45 xanî hatine firotin.

Li Stenbolê 16 hezar û 344 xanî, li Enqereyê 8 hezar û 300 xanî û li Îzmîrê 5 hezar û 168 xanî hatine firotin.

Herwiha meha sibatê rêjeya xaniyên ku biyaniyan kirîne li gorî heman meha par ji sedî 44,9 kêm bûye û biyaniyan hezar û 846 xanî kirîne.

Biyaniyan herî zêde li Antalya, Stenbol û Mêrsînê xanî kirîne.

Biyaniyan li Stenbolê 691, li Antalyayê 659 û li Mêrsînê 151 xanî kirîne.

Welatiyên Rûsyayê bi kirîna 395 xaniyan yekemîn, welatiyên Îranê bi kirîna 200 xaniyan duyemîn in.

Li aliyê din, welatiyên Îraq û Herêma Kurdistanê bi kirîna 112 xaniyan sêyemîn û welatiyên Ukraynayê bi kirîna 105 xaniyan di rêza çaremîn de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst