Li Amedê di nava hefteyekê de nirxê goşt 50 lîre zêde bûye

14-03-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Nexweşiya tebeqê bandoreke xirab li bazara goşt kiriye
Nexweşiya tebeqê bandoreke xirab li bazara goşt kiriye
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê ji ber nexweşiya tebeqê ya nava ajelan de kirîn û firotina ajelan li seranserê welat hate qedexekirin. Ajelvan dibêjin heta niha nexweşiya tebeqê di nava ajalan de li Amedê û bajarên din nehatiye tespîtkirin û ji dewletê dixwazin rê li ber firotina ajalên wan vekin. Ji ber nexweşiya tebeqê kîloya goşt li Amedê di nava heftiyekî de 50 lîreyê tirk zêde bû. Goştfiroş jî li hemberî vê yekê nerazî ne.

Bazara Heywanan a Amedê, ji ber tirsa nexweşiya tebeqê heftiyek e vik û vala ye. Kirîn û firotina ajelan ango heywanan ji aliyê dewletê ve hatiye qedexekirin. 

Ji ber nexweşiya tebeqê li gundan bi dehan hezar ajalên hatine goşt li çewlik û axuran mane. Ajelvan ji biryara qedexeyê aciz in. 

Rêveberên Herêma Xwedîkirina Ajelan Mihemed Albayrak dibêje: “Bazara heywanan giş girtine. Hûn ji bajarekî heywanan bibin bajarekî jî qebûl nakin. Wextê di rê de bigrin ceza didin me. Heywan giş di hundir de mane. Em tenê vê dixwazin ew heywanên ku hatine goşt bila kontrol bikin, ger nexweşî tunebe em ê wan heywanên xwe jêkin.”

Li gorî baytaran heta niha li Amedê tu nexweşiyea tebeqê nehatiye tespîtkirin. Lê dewlet dikare bi riya aşîkirinê vê xetereyê rake. 

Baytar Dr. Zekî Kanay jî got: “Dibêjin aşiyeke nû li hemberî wê bê amadekirin. Wezareta Çandiniyê dibêje me hazir kiriye lê li gorî me ev têr nake.”

Ji ber nûçeyên derbarê nexweşiya tebeqê de li Amedê kîloya goşt ji 200 lîreyî gihişt 250 lîreyan. Goştfiroş nerazî ne. 

Goştfiroş Mihemed Asana jî got: “Tune ye. Em heta niha rastê nexweşiyekî nehatine. Polîtîkaya dewletê ye. Êdî ji derve goşt tînin, merivên wan hene êdî çi be, dixwazin buhayê goşt bilind bibe.”

Ji ber ku biryara serjêkirina ajalan li seranserê welat hatiye qedexekirin ne tenê ajalvanên Amedê hemû ajalvanên Bakur ketine tengasiyeke mezin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst