ŞIRNEX - Li aşê 154 salî rojane 400 kîlo tehîna tescilkirî tê hilberîn

14-02-2024
RÛDAW
Nîşan Şirnex Dergulê Tehîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Li bajarokê Dêrgulê yê Şirnexê li aşê avê yê 154 salî rojane 400 kîlogram tehîna tescilkirî ya "Dêrgulê" tê hilberîn.

Bajarokê Dêrgulê 10 kîlometreyan dûrî navenda bajêr e û ji 5 taxan pêk tê, li ser qedera 1000 donim erdî wekî berhema duyem kuncî tê ajotin.

Li bajarokê li quntarê çiyayên Cûdî û Gabarê, li aşê avê yê 154 salî kuncî bi rêbazên adetî tê hêran û jê tehîn tê çêkirin.

Hilberîner ji tonek kuncî qedera 800 kîlogramî tehîn hildiberînin.

“Belgeya tescila îşareta cografî wergirt”

Herwiha tehîna ku par ji aliyê Saziya Patent û Markayan a Tirkiyeyê bi navê "Dêrgulê" hat tescilkirin, firotina xwe zêdetir kir.

Rêvebirê Çandinî û Daristanan a Parêzgehê Oktay Sezgin got:

"Piştî ku belgeya tescîla îşareta cografî hat wergirtin, hilberîna tehînê li herêmê zêde bû. Em ji ber vê pir kêfxweş in.

Li Şirnexê ji bo tescîlkirina berhemên xwemalî yên bi vî rengî xebatên me didomin."

"Em bi sparîşan re nagihin"

Mîsbah Demîrê ku qeraşê aşê dîrokî ye jî diyar kir, ew kunciyên ku li bajarokê tên hilberîn li aşê avê dikin tehîn û li ser înternetê difiroşin.

Mîsbah Demîr ragihand ku Wezareta Çand û Turîzmê 2 sal berê aş restore kir û aş hat tescîlkirin û wiha dewam kir:

"Piştî ku tehîn hat tescîlkirin û bi şûn de, hîn zêdetir kes tehînê dixwazin. Bi taybetî zivistanê zêdetir tê firotin.

Dîroka vî aşî heta 154 sal berê diçe. Tehîna vê derê sedî sed ji kunciyan tê çêkirin. Ti tiştek tevî nabe.

Em zivistanê rojê nêzî 400 kîloyî tehînê çêdikin. Ji ber ku havînê av kêm dibe, em tenê ar dihêrin.

Piştî tescîlkirina tehînê jî em bi sparîşan re nagihin."

Salîha Sanriya hilberîner jî got ku ew bi salan e kunciyên xwe dibin aşê avê û dikin tehîn.

"Ji 30 salî zêdetir e ku ez têm vî aşî"

Saliha Sanriyê wiha dewam kir, "Piştî ku em kunciyên xwe paqij dikin, em tînin vê derê. Ji 30 salî zêdetir e ku ez têm vî aşî."

Kamil Atan jî diyar kir, ji ber ku xwezayî ye, 30 sal e ew diçin vî aşî.

Atan wiha got, "Tehîna ku li aş tê hêran hat tescîlkirin. Vê yekê em kêfxweş kirin. Bi vê wesîleyê danasîna wê hat kirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst