Ji ber bihabûna elektrîkê kargeh tên girtin

14-02-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber xerabiya rewşa elektirîkê gelek kargeh li Tirkiyê tên girtin, bi taybet sektora tekstîlê jî ji ber bihabûna nirxê elektrîkê rawestiya ye. Di nava mehekê de nêzîkî 4 hezar makîneyên kar ji ber bihabûna elektrîkê rawestiya ne.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê destpêka îsal baca ser elektrîka malan bi rêjeya %50 û elektrîka bo dikan û cihên pîşesazî û bazirganiyê bi rêjeya %130 hatiye zêdekirin.

Li Tirkiyê sektora tekstîlê jî ji ber bihabûna nirxê elektrîkê rawestiya ye û li gelek cihan kargeh tên girtin. Li navçeya Babadagê ser bi parêzgeha Denizli ya Tirkiyê ji ber bihabûna nirxê elektrîkê wek gelek sektoran di sektora tekstîlê de jî makîneyên kar hatin rawestandin û karker ji kar hatine derxistin.

Xwediyê Kargehê Bariş dibêje: “Sala borî 15 hezar lîre fature dihat lê niha 35 hezar lîre tê. Bi vî awayî min zerar kir û me kargeh rawestand. Eger bihabûna elektrîkê neyê kêmkirin emê makîneyên xwe jî bifroşin û biçin bajêr.”

Li gor medyaya xwecihî ya navçeyê di nav mehekê de nêzîkî 4 hezar makîneyên kar ji ber bihabûna elektrîkê hatine rawestandin û ligel rawestandina kargehên tekstîlê karker bêkar mane ku hemû nîştecihê wê derê ne.

 Karkerê ji kar hatiye derxistin Mustafa jî got: “Ji ber bihabûna elektrîkê kargeh rawestiya û hemû karker ji kar hatin derxistin. Ji ber xwediyê wê êdî zerar dikir. Ez bi xwe niha bêkar im. Kar jî nîne û em neçar in biçin bajarên din.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di destpêka îsal de baca ser elektrîka malan bi rêjeya %50 û elektrîka bo dikan û cihên pîşesazî û bazirganiyê bi rêjeya %130 hatiye zêdekirin. Ligel zêdekirina baca elektrîkê zêdekirina baca li ser hemû pêdeviyan bandoreke nerênî li jiyana welatiyan kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst