Bihayê petrola brent bilind bû

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê bermîla petrola brent bilind bû û li bazarên navneteweyî bi 64,28 dolarî miamelê pê tê kirin. 

 

Bermîla petroa brent duh bi 62,51 dolarî dest bi rojê kiribû û di nava rojê de derketibû 64,05 dolarî. Bermîla petrol brent îro serê sibê jî bi 63,72 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.22yan pê ve ji sedî 0,87 rabû û bû 64,28 dolarî.


Di heman demê de bermîla nefta xav a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 54,28 dolarî hat firotin.


Li gorî rapora piyaseya petrolê ya mehane ku Ajansa Vejenê ya Navneteweyî duh belav kir, pêwîstiya petrolê ya kurewî di meha çiliyê de li gorî berfanbara derbasbûyî rojane milyonek û 400 hezar bermîl kêm bû û berjêrî nêzîkî 99 milyon û 799 hezar bermîl bû. Hilberîna petrola xav a Rêxistina Welatên Petrolê Hinarde Dikin (OPEC) jî rojane 930 hezar bermîl kêm bû û bû 30 milyon û 830 hezar bermîl.


Pispor destnîşan dikin ku geşbîniya ji hevdîtinên Amerîka û Çînê yên di warê bazirganiyê de û herwiha daneyên pozîtîf ên aboriyê yên Çînê wiha dikin ku bihayê petrola yê kurewî rabe. 


Ji bilî vê yekê, biryara OPECê ya kêmkirina hilberînê jî di piyaseyan de bandora xwe nîşan dide ku ev yek jî rasterast bandorê li rabûna bihayê petrolê dike.