ROJAVAYÊ KURDISTANÊ – Hişkesalî bandorê li xwedîkirina ajelan jî dike

Hewlêr (Rûdaw) – Rojavyê Kurdistanê bi pirrbûna zevî û erdên xwe yên çandiniyê û bexçevaniyê navdar e. Di heman demê de, li bajar û gundan gelek hemwelatî pez û sewalan xwedî dikin. Lê payîz, zivistan û bihara bi têr baran, bandorê li çandinî û ajeldariyê jî dike.

 

Li tevahiya Rojavayê Kurdistanê jêdera sereke ya debara jiyanê, çandinî û xwedîkirina sewala ye. Lê îsal hişkesalî û nebarîna baranê zevî hişk bûne û pez û bizin birçî mane.

 

Li bajarê Amûdê û gundên wê jî ji ber nebarîna baranê cotkar û xwediyên ajelan ketine bin metirsiyê. Di werzê zivistanê de îsal zevî û erdên Amûdê tev de sor in, ti zexelî û şînahî derneketine ku pez biçêrin.

 

Ji ber heman sedemê, nerxê êm û ka pirr buha bûye. Lewma xwedîkerên wan neçar dibin berhemên paşmayên bexçeyên Amûdê bikirin û bidin pezê xwe.

 

Niha nirxê her donimê erdê çandiniyê bi 15 heta 20 hezar lîreyên Sûriyê ye.

 

Xwedîkarê pez Ebdulezîz Begê dibêje: “Îsal ji me re ne bi xêr e. Divê em sewalên xwe têr bikin. Êm û elef pir buha ye, nayên kirîn. Kîloya genim bi 140 û ya ceh jî 130 lîre ye. Em mecbûr in bexçeyên çandiniyê bikirin. Di baxçeyan de qernebît û pîvazav û keleman dikirin û dikin êm.”

 

Gelek hemwelatiyên Amûdê debara jiyana xwe bi xwedîkirina pez û sewalan dikin. Piraniya bax û bostanan dikevin ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê. Lewma gelek caran di dema çêrandinê de hemwelatî dikevin metirsiyê.

 

Hemwelatiyê bi navê Dawûd Muhemed diyar dike: “Gova min a pez li kêleka Amûdê ye. 60 heta 70 serî pezê min hene. Îsal hişkesalî bi ser me de hat. Hin rêxistin hatin cem me da ku alîkariyê bidin. Şîk dane hinekan da ku elef bikirin lê elef pir buha bûye li bazaran genim. Wate dîsa zirar li me dibe.”

 

Xwediyên bax û bostanan jî dibêjin, ji ber pirbûna nebarîna baranê û hişkesaliyê, berhemên wan jî îsal kêm bûye û nirxên wan erzan bûne. Lewma gelek pexçevan berhemên xwe firotine xwedanên sewalan da ku ziyana xwe vegerînin.

 

Baxçivan Salih Qerno dibêje: “Ev 10 sal in ez baxçe diçînim, kelem, tiviran û beqdûbisê diçînim. Ya min firot difiroşim û yê mayî jî didim pez. Nêzîkî 150 serî pezên min hene. Ez ji bo wan bermayê baxçeyên din jî dikirim. Îsal komeleyên dexlûdanan jî ti alîkariyeke berçav ji me re nekirin. Em îsal berhemên baxçeyan didin pez, ji ber ku sal zuha ye û çêre tuneye.”

 

Hişkesaliyê pişta cotkar û xwedîkerên sewalan şkandiye. Lewma wan destê xwe ji Xwedê re vekiriye da ku baran û berfê bibarîne û sala nû germ û zuha nebe.

 

Nivîsîn: Necmî Salih