Erdogan: Li Çiyayê Gabarê bi qasî 12 milyar dolar petrol heye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan diyar kir ku li Çiyayê Gabarê ya ser bi Şirnexê qadek keşif kirine ku bi safî 150 milyon rezerve petrolê lê heye û got: “Nirxa rezervê nêzîkî 12 milyar dolar e."

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî Civîna Kabîneyê daxuyanî da.

Erdogan derbarê operasyonên li Herêma Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê de got, "Em dê xeta ewledar a li ser sînorên xwe temam bikin û careke din hesabên xirap têk bibin."

Erdogan bal kişand ser aboriya Tirkiyeyê û got, "Yên ku mal û pêşkêşkirina xizmetguzariyan bi şêweyî dûrî aqil û wijdanê bihaya lê dikin, bila vê ji bîr nekin ku yên zerarmend bibin ew bixwe ne. Ez eşkere dibêjin bila sala 2023yan her kes hesabên xwe li gorî ji sedî 20ê, li gorî enflasyonê bike. Xwedî li welatê xwe derkevin, pê bawer bin û piştevanê wê bin. Fikarên bi sozên kurt ên li ser fikarên qezencê dê zirarê bidin siberoja welêt, ji hemî cure teserrufên wiha dûr bikevin. Em dê serê salê hemî tevgeran bişopînin, di warê aboriyê de em nahêlin kes mafê welatiyan bixwe.”

Saziya Neft û Petrol a Tirkiyê li bajarê Şirnex a Bakurê Kurdistanê di navbera çiyayên Cudî û Gabar de piştî lêgerînên petrolê hat ragehandin ku rêjeyekî zêde ya petrole hatiye dîtin û tê gotin ku vê gavê rezervên 150 milyon varîlî hatiye destnîşankirin.

Erdogan jî ev piştrast kir û got: “Me li Çiyayê Gabarê qadek keşif kir ku safî 150 milyon rezerve neftê lê ye. Ev yek ji 10 mezintirîn keşfên sala 2022yan e. Nirxa rezervê nêzîkî 12 milyar dolar e."

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê yê Tirkiyê Fatîh Donmez ragihandibû li Çiyayê Gabarê yê Şirnex a Bakurê Kurdistanê li 4 bîran petrol tê berhemanîn.

Fatîh Donmez gotibû, “Niha di 4 bîran de hilberîn heye. Sondaja di bîra pêncemîn de bi dawî bû. Heval wê bibin hilberînê. Berhema me ya rojane li wir niha derdora 5 hezar, 6 hezar bermîlan e. Tevahiya hilberîna Tirkiyê çiqas e? Em rojane 65 hezar bermîl petrol ji 1200 bîrên petrolê derdixin. Piştî ku xebatên diyarkirina rezervan ji bo vê zeviyê qediyan em dikarin çend bîrên din jî bikolin? Hevalên me dê li vê yekê binêrin.”

Li gor amarên Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê ya Tirkiyê li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hezar û 200 bîrên petrolê hene. Piraniya van bîran jî li parêzgehên Êlih, Semsûr, Amed, Mêrdîn, Riha, Sêrt û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê ne. Rojane ji tevahiya van bîran jî 65 hezar bermîl petrol tên berhemanîn.