Berdevkê APIKURê: Em nikarin hilberîna petrolê bidomînin

13-11-2023
Berdevkê APIKURê bû mêvanê Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Berdevkê APIKURê bû mêvanê Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan APIKUR Petrola Kurdistanê Myles Caggins
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê APIKURê Myles Caggins got, “Heta ku Îraq û Herêma Kurdistanê mafên darayî yên şirketan dabîn nekin em hilberîna petrola nakin.”

Hilberîna nîvê petrola Herêma Kurdistanê ji aliyê APIKURê ve kirin.

Herwiha di bin banê APIKURê de çend heb şirketên petrolê hene û ew şirket dixwaze mafên şirketan ên darayî werin misogerkirin.

Berdevkê Yekîtiya Endustriya Petrola Kurdistanê (APIKUR) Myles Caggins, beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa pirsgirêka petrolê kir.

“Em nikarîn hilberîna petrolê bidomînin”

Myles Caggins da zanîn ku dê Wezîrê Petrolê yê Îraqê, li Hewlêrê hevdînên girîng pêk bîne û got:

“Dê di navbera Wezîrê Petrolê yê Îraqê û rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hevdîtinên girîng pêk werin. Ev nîşaneyeke erênî ye.

Em hêvî dikin ku her du alî ji bo şirketên endamên APIKURê li ser budceyeke taybet li hev bikin.

Divê ji bo parastina mafên şirketan ên darayî lihevkirineke bêkêmasî hebe.

Heta ku Îraq û Herêma Kurdistanê li hev nekin em nikarîn hilberîna petrolê bidomînin.”

Li aliyê din, Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî ji bo çareserkirina pirsgirêkên li ser hinartina Petrola Kurdistanê, li Hewlêrê ye.

Heyan Ebdulxenî detsnîşan kir ku ew dixwazin pirsgirêka hinartina petrolê were çareserkirin û ew bigihin rêkeftinekê.

Dadgeha Bazirganiya Navdewletî (ICC) ya li Parîsê, 25ê Adarê veguhastina Petrola Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê sekinandibû.

ICCyê ev biryar li ser daxwaza Îraqê wergirtibû û ji wê demê ve Petrola Kurdistanê bi rêya vê benderê nayê hinartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst