DISK-AR: Amarên TUIK û IŞKURê yên bêkariyê hev nagirin

13-09-2022
RÛDAW
Nîşan DISK-AR TUIK IŞKUR
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DISK- AR) ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di Temûza 2022ê de rêjeya bêkariyê %22.5 e û hejmara kesên bêkar 8 milyon û 415 hezar kes in.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) doh 12ê Îlonê rêjeya bêkariyê ya meha Temûzê wek %10.1 eşkere kir û hejmara kesên bêkar wek 3 milyon û 445 hezar nîşan da.

DÎSK-ARê rexne li amarên TUIKê girtin û ragihand ku rêjeya bêkariyê ji ya TUIKê eşkere kiriye zêdetir e û heta di navbera amarên saziyên hikûmetê TUIK û Saziya Peydakirina Kar û Karkeran (IŞKUR) de ferq heye.

Li gor amarên fermî yên TUIKê ku saziyeke ser bi hikûmetê ye, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, rêjeya bêkariyê di meha Temûzê de li gor meha Hezîranê %0.3 kêm bûye û daketiye %10.1ê. Li gor amaran hejmara bêkarên ku temenê wan 15 sal û jortir e, di Temûza 2022ê de li gor meha Hezîranê 113 hezar kes kêm bûne û hejmara bêkaran bûye 3 milyon û 445 hezar kes. Lê li gor amarên IŞKURê ku ew jî ser bi hikûmeta Tirkiyê ye, di meha Temûzê de 3 milyon 578 hezar kes bêkar bûn.

Lê li gor DISK-ARê di Temûza 2022ê de li gor meha Hezîranê hejmara bêkaran 781 hezar kes zêde bûye hejmara kesên bêkar 8 milyon û 415 hezar kes bû.

Dîsan li gor TUIKê di saleke dawî de hejmara kesên bêkar 307 hezar kes kêm bûye, lê li gor IŞKURê hejmara kesên bêkar di nav salekê 542 hezar kes zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst