Aboriya Bakurê Kurdistanê xirab bûye

Amed (Rûdaw) - Di despêka şer û pevçûnên  Bakûrê Kurdistanê yên îsal  de metirsiyeke mezin jî ew bû ku aboriya Bakûrê Kurdistanê ji vê yekê bibandor bibe û wisa jî çêbu. Aboriya Bakûrê Kurdistanê li gorî  3 salên dawî de rewşa herî xirab de ye.

Şer û pevçûnên Bakûrê Kurdistanê her ku diçe gurtir dibe û bandora  xwe li hemû beşên jiyanê dike. Beşa ku herî zêde bi neyînî bibandor dibe jî aboriya Bakûrê Kurdistanê ye.

Karsazên Bakûrê Kurdistanê amaje dikin kul i gorî sala borî li Amedê ji aliyê bazirganiyê ve tabloyeke xeter heye.

Tenê di sala 2014ê de li Amedê bihayê 200 milyon dolaran îxracat hati bû kirin lê îsal hêj niha 40 milyon dolar ziyan di îxracatê de pêk hatiye. Sedema herî girîng jî têkçûna aramiyê tê dîtin.

Li gorî amarên dawî yên Saziya Îstatîstîk a Tirkiyê jî di nava 10 bajarên ku herî zêde îxracatê dikin de  bajarek tenê ji Bakûrê Kurdistanê heye.