Deloitte: Ti xeletî di zanyariyên hinarde û firotina petrola Kurdistanê de nînin

13-08-2018
RÛDAW
Nîşan Deloitte Rapor Petrol Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kompanyaya Deloitte ya cîhanî derbarê hûrgûliyên kerta petrol û gaza Herêma Kurdistanê de belav kir û ragihand: “Ji bo hinardekirin û bikaranîna petrolê li gel firotinê di navbera 1ê Çileya 2018ê heta 31ê Adara 2018ê de me ti nerastî an jî xeletiyek nedît.”

 

Di çarçoveya projeya hûrbînî ya serbixwe ya jerta petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê de îro kompanyaya cîhanî ya Deloitte bi armanca hûrbînî û şêwirê rapora xwe ya sêyemîn a piştrastkirina zanyariyên li ser hinardekirin, bikaranîn, xerc û dahata petrola Kurdistanê ya 3 mehên destpêka sala 2018ê bi 3 zimanan belav kir.

 

Li gorî hûrbûnî û lêkolînên Deloitte, di xala yekemîn û duyemîn a raporê de hatiye gotin: “Ji aliyê me ve ti beyaneke nerast di zanyariyên hinardekirin û bikaranîn petrol û herwiha firotina petrolê de nehatiye dîtin.”

 

Di raporê de bi tevê zanyariyên piştrastkirina dahatan û eşkerekirina amarên firotina petrolê bi mehane, beşeke din bi navê “Lêgerîna li ser firotianan a ji bo parzûngehên petrolê û firotina navxwe” hatiye zêdekirin. Herwiha nirxê firotina bermîlekê petrola xav li bazara navxwe, piştî piştrastkirinê hatiye eşkerekirin.

 

Deloitte di rapora xwe de dide zanîn, jku hinardekirin û bikaranîna petrolê di 3 mehên destpêka sala 2018ê de gihiştiye 30 milyon û 503 hezar û 447 bermîlan.

 

Deloitte eşkere kir, ku bi rêya boriyê 28 milyon û 337 hezar û 999 bermîl petrola xav hatiye hinardekirin. Alogora petrola xav li hember a dîzel û sotemeniya giran a ji bo bikaranînê li rawestgahên wize yên ser bi hikûmeta Herêma Kurdistanê jî 559 hezar û 341 bermîl bûye. Herwiha 609 hezar 649 bermîl petrol ji bo parzûngehan hatiye firotin û firotina navxwe jî 996 hezar û 458 hezar bermîl bûye. 

 

Li gorî raporê di heyama 3 mehan de nirxê bermîleke petrola Kurdistanê ya ji boriyan hatiye hinaderkiirn 54.81 dolar bûye lê her bermîlekî petrola tankeran jî 49.27 dolar hatiye firotin.

 

Deloitte dide zanîn, bihayê petrola xav a hatiye firotin milyarek û 559 milyon û 412 hezar û 410 dolar bûye. Herwiha bihayê firotina petrola xav a bi tankeran hatiye veguhestin 20 milyon û 117 hezar û 37 dolar bûye.

 

Bi giştî bihayê petrola xav û kondenseyt a hatiye firotin jî 84 milyon û 179 hezar û 334 dolar bûye.

 

Di beşa dawî ya raporê de dahat û xercên giştî jî hatine diyarkirin. Li gorê vê yekê:

 

- Bi giştî bihayê petrola xav û kondenseyt a hatiye firotin (bi riya hinardekirina bi borî, tanker û firotina navxwe): 1 milyar û 663 milyon û 708 hezar û 781 dolar.

 

- Zelaliya liv û lib atê li resîdê hesabên kiryaran (bêyî dayîna pareya pêşîn): 428 milyon û 760 hezar û 513 dolar.

 

- Sûd û mifayên din ên bi kiryaran ve peywendîdar in: 13 milyon û 731 hezar û 436 dolar.

 

- Pereyên bo şayisteyên darayî yên berhemhênerên petrolê: 459 milyon û 263 hezar û 330 dolar.

 

- Xercên giştî yên ji bilî para hikûmeta Herêma Kurdistanê: 336 milyon û 819 hezar û 106 dolar.

 

- Dahata serbar a li gorî rêkeftina moletdayîna taybet a ji bo boriya hinardekirinê: 223 milyon û 455 hezar û 47 dolar.

 

Bi zelalî dahata ku ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye wergirtin: 648 milyon û 589 hezar û 443 dolar.

 

Hêjayê gotinê ye ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandibû, ku Encûmena Herêmî ya ji bo karûbarên petrol û gazê bi piştgirêdana nêrînên aliyên peywendîdar û civaka navdewletî, dê karê xwe yê dewlemendkirina raporên hûrbînî û pêdaçûnê berdewam bike.

 

Herwiha dabû xuyakirin, ku dê li gel herdu kompanyayên mezin ên cîhanî Deloitte û Ernist & Youngê berdewam bin li ser hûrbînî û pêdaçûna serbixwe ya li ser kerta petrol û gazê bi hemû prose û beşên xwe ve.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst