Hinartina petrolê ji Kerkûkê bo Tirkiyê dîsa hat sekinandin

Hewlêr (Rûdaw) – Şîrketa petrolê ya Bakûr li Iraqê ragihand, ji ber ku hêla boriya hinartina petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê rastî êrişê hatiye hinartina petrolê bo Tirkiyê hatiye sekinandin.

Li gorî ajansa Reutersê, berpirsekî şîrketa petrolê ya Bakûr ragihandiye, ji ber ku boriya hinartina petrola Kerkûk-Ceyhanê rastî êrişeke bombeyî hatiye îro (13.08.2013) hinartina petrolê ji Kerkûkê bo Tirkiyê hatiye sekinandin.

Ev cara duyemîn e ku di meha Tebaxa îsal de hinartina petrola Kerkûkê bo Tirkiyê tê sekinandin. Çimkî roja 6ê Tebaxê jî “ji ber sedemek nediyar” hinartina petrola Kerkûkê bo Tirkiyê hatibû rawestandin.

Beriya niha jî berdevkê wezareta petrolê ya Iraqê Asim Cîhad gotibû, ji ber ku boriya niha ya Kerkûk-Ceyhanê hertim rastî êrişan tê her wiha ji ber ku boriya han kevn jî bûye dê boriyek nû di navbera Kerkûk û bendera Ceyhan a Tirkiyê de çêbikin.