TUIK û DISK-AR du amarên cuda derbarê bêkariyê de belav kirin

13-07-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ragihand ku li Tirkiyê rêjeya bêkariyê di meha Gulana 2022ê de %0.3 kêm bûye û daketiye ji %10.9. Lê li gor amarên DISK-ARê rêjeya bêkariyê %22.4 e.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) amarên bêkariyê yên Gulana 2022ê eşkere kirin. Li gor amaran hejmara bêkarên ku temenê wan 15 sal û jortir e, di Gulana 2022ê de li gor meha Nîsanê 56 hezar kes kêm bûne û hejmara bêkaran 3 milyon û 785 hezar kes in.

Li gor amarên TUIKê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di meha Gulanê de hejmara kesên dixebitin 358 hezar zêde bûye û gihiştiye 30 milyon û 839 hezar kesan.

Lê li gor lêkolîna Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DISK- AR), di meha Gulana 2022ê de hejmara kesên bêkar gihiştiye 8 milyon û 837 hezar kesan. Herwiha li gor amarên DISK-ARê rêjeya bêkariyê %22.4 e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst