Li Tirkiyê deynê sektora taybet ê krediyên derveyî welat bû 175 mîlyar dolar

13-07-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê deynê sektora taybet ku bi rêya krediyan ji derveyî welat werdigrin îsal 2 mîlyar dolar zêde bû û gihişte 175 mîlyar û 600 mîlyon dolaran.

Banka Navendî ya Tirkiyê, rapora meha Gulanê ya 2021an li ser geşedana deynê sektora taybet a krediyên derveyî welat eşkere kir.

Li gor raporê, deynê sektora taybet a krediyên derveyî welêt gihişt asta herî bilind a 16 mehên dawî. Heta dawiya meha Gulanê deynê sektora taybet a krediyên derveyî welat li gor sala 2020an 2 mîlyar dolar zêde bû û gihişt 175 mîlyar û 600 mîlyon dolaran. Ji vî deynî 166 mîlyar dolar deynê demdirêj e û 9 mîlyar û 600 mîlyon dolar jî deynê demkurt e.

Banka Navendî ya Tirkiyê di rapora xwe de diyar kiriye, ji deynê sektora taybet a krediyên derveyî welat ê bankan li gor sala par mîlyarek û 700 mîlyon dolar kêm bûye û yê saziyên fînansê ku karê bankan nakin 549 mîlyon dolar kêm bûye, lê saziyên din ên ku karê fînansê nakin deynê wan ê kredîyên derveyî welat 4 mîlyar û 200 mîlyon dolar zêde bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst