DISK-AR: Li Tirkiyê nêzîkî 10 milyon kes bêkar in

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DISK-AR), raportek derbarê asata bêkariyê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê belav kir û ragihand ku li Tirkiyê 9 milyon û 671 kes bêkar in.

Navenda Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger dibêje, asta bêkariyê li Tirkiyê di nav ciwanan de %42.5 û bêkarî di nav jinan de %34.7 e.

Di heman raportê de tê gotin ku rêjeya bêkariya di nav temenê 15-34 salî de %34.7 û rêjeya bêkariya di nav grûpa temenên 15-24 salî de %42.4 e.

DISK-AR dibêje, rêjeya giştî ya bêkariyê li Tirkiyê %27.4 û hejmara bêkaran jî 9 milyon û 671 hezar kes e.

Raporta Konfederasyonê bersiveke bo amarên fermî yên meha Gulana îsal ku Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) roja Duşembê 12ê Temûza 2021ê derbarê bêkariyê de belav kiribûn û ragihandibû ku li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 4 milyon û 237 hezar kes bêkar in û rêjeya bêkariyê li welat %13.2 e.