Aştî Hewramî: Heta dawiya îsal kurd dê bibe xwediyê şiyaneke temam

13-07-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî ragihand, Kurdistan heta dawiya îsal dê di warê petrolê de bibe xwedî şiyaneke temam û got, cardin dahata petrola kurd nakeve bin destê Bexdayê.

Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Aştî Hewramî, diyar kir ku siyaseta Bexdayê ya li hember Herêma Kurdistanê xelet bûye û got, çimkî Bexdayê bi awayekî derdestûrî bûdceya Kurdistanê qut kir û bi vî rengî xwest Herêmê ceza bike.

Aştî Hewramî anî ziman ku lê Bexdayê îradeya gelê Kurdistanê xelet fêm kiriye ji ber ku êdî kurd dibe xwediyê dahata xwe û dê bi awayekî azadane karê xwe bike û bi dilê xwe petrola xwe bişîne derve.

Wezîrê çavkaniyên sirûştî eşkere kir ku heta dawiya îsal Kurdistan dê bibe xwediyê şiyaneke temam di warê petrolê de û got, cardin dahata petrola kurd nakeve destê Bexdayê.

Aştî Hewramî, her wiha ew nûçe û agahiyên ku dibêjin Bexdayê hewl daye bîrên petrolê yên li Kerkûk û deverên din ên Kurdistanî têk bide jî piştrast kir û got, çimkî hizra wê dikin ku êdî Kurdistan ji destê wê derketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst