DAÎŞ rojane 1 milyon dolar ji firotina petrola Iraqê qezenc dike

Hewlêr (Rûdaw)- Rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) rojane 1 milyon dolarê amerîkî ji dahata petrola ku ji navçeyên Iraqê derdixe, qezenc dike.

Li gor raporteke rojnameya Daily Mail, “DAÎŞ her roj nêzîkî 1 milyon dolar ji petrola ku difiroşe karsazên Kurd, qezenc dike”.

Di raportê de hatiye diyarkirin ku “Çekdarên DAÎŞê petrola ku ji bîrên iraqî derdixin bi qaçaxî dibine Tirkiyê û Îranê û li wir yek bermîla petrolê bi 25 dolaran difiroşin”.

Rêxistina “Iraq Oil Report” di raporteke xwe de got ku “Tankerên petrolê yên DAÎŞê derbarsî Herêma Kurdistanê dibin û li wir tên firotin”.

Di raporta wê rêxisitnê de hatiye gotin ku “DAÎŞ rojane 1 milyon dolar ji firotina petrolê qezenc dike”.

Li gor wê rêxisitnê, “heftiya borî yekem tankera petrola DAÎŞê gihişte bajarokê Dûzxurmatû” yê girêdayî parêzgeha Kerkûkê.