Ji yekem civîna li ser zêdekirina mûçeyê kêmane ti encamek derneket

13-06-2023
Ferdî Sak
Nîşan Mûçeyê Kêmane Velî Solak
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji yekem civîna Komîsyona Destnîşankirina Mûçeyê Kêmane ya Tirkiyê ku bi armanca zêdekirina mûçeyan civiyabû ti encamek derneket.

Komîsyona Destnîşankirina Mûçeyê Kêmane bi armanca zêdekirina mûçeyê kêmane îro13ê Hezîrana 2023an yekem civîna xwe saz kir.

Civîn di demjimêr 14:00an de li Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî ya Tirkiyê hat sazkirin bo demjimêrekê berdewam kir.

Di civînê de nûnerên hikumetê, sendîkayên karsaz û karkeran amade bûn.

Çavê derdora 10 milyon karker û kedkarên ku bi mûçeyê kêmane kar dikin li benda biryareke civînê bû, lê ti encamek ji civîna yekem derneket.

Serokê Giştî yê Sendîkaya Haber-ÎŞê Velî Solak ku li ser navê karkeran beşdarî civînê bibû  piştî civînê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Solak ragihand ku di civîna îro de ti encamek derbarê zêdekirina mûçeyê kêmane de derneketiye û got: “Em dixwazin berî cejnê ev prose temam bibe. Dibe ku civîna dûyem sibe yan jî dûsibe bê kirin. Di civînê de belgeyên fermî hatin daxwazkirin.”

Mûçeyê kêmane niha 8 hezar û 506 lîreyên Tirkî ye. Lê ji hilbijartinên 14ê Gulanê ve lîreyê Tirkî derdora ji sedî 20 nirxê xwe ji dest daye û ev jî sedemek sereke ya bilindbûna rêjeya enfilasyonê û bihabûna nirxê kelûpel û pêdiviyên sereke yên jiyanê ye. Bi aweyekî karkerekî beriya 2 heftiyan dikariya bi mûçeyê xwe wate 8 hezar û 506 lîreyan derdora 430 dolarê Amerîkî pê bistanda. Lê niha bi wê 8 hezar û 500 lîreyî tenê dikare bi qasî 365 dolar bistîne. Wate 75 dolarê wî di nava 2 heftiyan de heliyaye û hêza kirînê ya welatiyan kêmkiriye. Vê rewşê jî hikumeta Tirkiyê neçar hiştiye ku mûçeyan li gor rewşê biguncîne.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê sînorê  birçûbûnê yê malbeteke 4 kesî 10 hezar û 36 lîre ye. Sînorê hejariyê yê heman malbatê jî 33 hezar û 752 lîre ye. Mûçeyê niha yê kêmane hezar û 530 lîre ji sînorê birçîbûnê kêmtir e.

Li gor Saziya Amaran a Tirkiyê enfilasyona salane di Gulanê de  bo ji sedî 39,59 daketiye. Lê li gor saziya serbixwe ENAGê heman rêje ji sedî 109 e.

Rêjeya zêdekirina mûçeyê kêmane jî li gor amarên hikumetê yên enflasyonê tê diyarkirin.

Lê sendîkayên karkeran ji wan amaran bi guman in û daxwaz dikin ew mûçe li gor sînorê hejariyê û amarên rast ên enfilasyonê bê diyarkirin.

Wezîrê Berê yê Ewlehiya Civakî û Kar a Tirkiyê Vedat Bilgin gotibû divê mûçeyê kêmane herî kêm 500 dolar be ku bi nirxê niha dike nêzîkî 11 hezar û 800 lîre. Lê Sendîkaya Karsazan dibêje divê li Tirkiyê  mûçe ne bi pereyê biyanî bi lîreyê Tirkî bê diyarkirin. Sendîkayên Karekeran jî daxwaz dikin 2 mûçeyên  kêmane bi qasî sînorê hejariyê be û li bendê ne ku ew mûçe herî kêm bo nêzîkî 17 hezar lîre bê zêde kirin. Ji bo mûçeyê nû yê kêmane çavê derdora 10 milyon karkeran li bazara di navbera van  hersê aliyan de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst