Bermîla petrola brent bi 61,25 dolarî tê firotin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bazarên navneteweyî bermîla petrola brent bi 61,25 dolarî tê firotin.

 

Îro 13ê Hezîranê bermîla petrola brentê ji saet 09.17an pê ve li gor duh ji sedî 1,74 zêde bû û derkete 61,25 dolarî.

 

Bermîla petrola brentê duh di nav rojê de heta bo 62,06 dolarî hat firotin û di dawiya rojê de bo bi 60,20 dolarî hatibû firotin.

 

Di heman demê da bermîla petrola xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 51,68 dolarî hat firotin.

 

Îdareya Enformasyona Vejenê ya Amerîkayê diyar kir ku embarkirina petrola xam a wi welatî li gor hefteya borî 2,2 milyon bermîl zêde bû û derkete 485,5 milyon bermilî.

 

Embarkirina petrola xam hefteya çûyî jî li gor hefteya beriya xwe 6,8 milyon bermîl zêde bibû.