Ji Başûr salane 215 hezar ton karton û plastîk hinardeyî Tirkiyê tê kirin

13-06-2018
RÛDAW
Nîşan Karton Plastîk Bikarhatî Hinarde Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber tinebûna kargeha cardin bikaranîna karton û plastîkên bikarhatî, salane bi hezaran ton karton û plastîkên bikarhatî ji Başûrê Kurdistanê bi buhayekî gelek erzan ji kargehên Tirkiyê re têne firotin, ji bo tijekirina şûna wan jî bi 10 qat buha, karton û plastîkên amadekirî têne hawirdekirin.

 

Ji bo paqijiya jîngehê û bidestxistina madeya xam bi buhayekî erzan, piraniya welatan giringî didin alavên bikarhatî, bi taybetî jî karton û plastîk. Bi rêya cardin bikaranîna wan, ji aliyekî ve dibe sedema paqijbûna jîngehê  û ji aliyê din ve jî rê li ber çûna pereyên xwe bo derve digrin.

 

Lê belê li Herêma Kurdistanê ji ber tinebûna kargehên cardin bikaranîna karton û plastîkan, her sal bi hezaran ton karton û plastîkên bikarhatî, hinardeyî Tirkiyê têne kirin.

 

Li gor amareke Rûdawê ji Rêveberiya Giştî ya Bazirganiya Herêma Kurdistanê wergirtiye, di nav du salên borî de 431 hezar ton karton û plastîk hinardeyî Tirkiyê hatiye kirin.

 

Rêveberê Giştî yê Bazirganiyê yê Wezareta Pîşesazî û Bazirganiyê Newzad Edhem ji Rûdawê re ragihand: “Ji ber tinebûna kargehan ji bo cardin bikaranîna wan, bû çend sal in em rê li hinardekirina karton û plastîkan bo Tirkiyê didin, armanca me jî ew e ku jîngeha me paqij bimîne û hinardekirina alavên bikarhatî, bibe dahat û destkeft ji bo kesên ku bi komkirina wan mijûl in.”

 

Li piraniya bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê her roj hinek kes bi motorsiklêt û otomobîl li tax û cihên bazirganî bi komkirina karton û plastîkan ve mijûl in, piştre ji dikanên kirîn û firotina kartonan re difiroşin, ew jî karton û plastîkan ji bazirganan re difiroşin.

 

Sebah Xoşnaw ku li Hewlêrê xwediyê dikana kirîn û firotina karton û plastîkên bikarhatî ye, mehane 50-60 ton karton û plastîkên bikarhatî dikirre û ji bazirganan re difiroşe. Xoşnaw dibêje: “Em tonek plastîkên bikarhatî yên weke sindoq û kelûpelên şikandî yên navmalan bi 160 hezar heta 170 hezar dînaran (130-140 dolar)  dikirrin û piştî hêrandinê bi 210 dolaran difiroşin, tonek plastîka ku dibe rûnê otomobîlê jî bi 280 hezar dînaran (230 dolar)  dikirrin û piştî hêrandinê bi 370 dolaran difiroşin, eger rengên wan jî bi awayekî cuda bihêrin, her tonek 20 dolar zêde dibe. Herwiha li bazar tonek karton bi 50-60 hezar dînaran (40-50 dolar) dikirin, piştî girêdanê em bi 65 - 70 dolaran difiroşin.”

 

Ji bo destûra hinardekirina tonek karton û plastîk, li deriyê sînorî tenê 1000 dînar û Wezareta Bazirganî jî tenê 105 dînar  werdigre, ango ev jî dike 1105 dînar (ji 1 dolar kêmtir).

 

Rêveberê Giştî yê Kompaniya Dilkî ya Hinardekirina Karton û Plastîkên Bikarhatî Erkan Ebdulcebar Mehmûd  diyar kir: “Em salane 15 – 20 hezar ton kartonên bikarhatî hinardeyî Tirkiyê dikin, nêzîkî %70ê van kartonan em ji bajarên din ên Iraqê dikirrin, yên din jî ji dikan û kargehên li bajarên Herêma Kurdistanê dikirrin.”

 

Li Iraq û Herêma Kurdistanê ti kargeheke cardin bikaranîna kartonên bikarhatî tine ye. Li Hewlêrê 5 kargehên çêkirina kartonan hene, lê hemû pişta xwe bi berhema xam a Tirkiyê ve girêdane û ti kargeh nikare cardin kartonên kevn bi kar bîne û kartonên nû çêke.

 

Fehmî Kerîm ku xwediyê kargeheke çêkirina kartonan e, diyar dike ku salane 360 hezar ton kartonên bikarhatî hinardeyî Tirkiyê dike û ji kargehên Tirkiyê jî salane 8 hezar ton kartonên xam dikirre ji bo çêkirina kartonan.

 

Fehmî Kerîm dibêje: “Me di destpêkê de avakirina kargeha cardinbikaranîna kartonên kevn fikirî, lê ji bo damezrandina kargeheke pêşketî nêzîkî 20 milyon dolar pêwîst e, em jî nikarin ev qas pere bidin.”

 

Li gor baweriya Fehmî Kerîm, avakirina kargeha cardinbikaranîna kartonan gelek pêwîst e, lewra dê bibe sedema neçûna pereyan bo derveyî welat, lê dibeje: “Ji bo serkeftina vê projeyê divê hikûmet di vê projeyê de hevbeş be û deynên demdirêj bide û rê li hawirdekirina kartonan bigre, egerna ji ber berhemên hawirdekirî yên Tirkiyê, kargeh dê malên xwe nekare bifiroşe û bi ser nekeve.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst