Li Rojhilatê Kurdistanê rêjeya kirîna goştê sor daketiye

Hewlêr (Rûdaw) – Xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji ber metirsiya nexweşiya Taya Efrîqî (Taya Krîma Kongo), xwe ji kirîna goştê sor dûr dixin.

 

Tevî ku Wezareta Tendirustiyê ya Îranê ragihandiye, ku li seranserê Îranê nexweşiya Taya Efrîqî hatiye kontrolkirin û diyar kiriye ku dikarin bi dilrehetî goştê sor bixwin, gelê Rojhilatê Kurdistanê, xwe ji goştê sor dûr dixin.

 

Herwiha nirxê goştê sor jî li hin bazarên Rojhilatê Kurdistanê bi rêjeyeke ber bi çav daketiye.

 

Goştfiroşên bajarê Merîwanê dibêjin, salên bihurî bi hatina meha Remezanê, goştê sor çend qat zêde dihate firotin, lê îsal kêm bûye.

 

Sedema nestandina goştê sor ew e ku metirsiya nexweşiya Taya Efrîqî derketibû holê. Tevî ku rayedar dibêjin metirsî nemaye, xelk goştê sor nakirin.