Di bazara navnetewî de bihayê petrolê daket

Hewlêr (Rûdaw) - Bermîla petrola brent li bazarên navneteweyî bi 29,51 dolarî tê firotan.

Bermîla petrola brent îro serê sibê jî ji saet 09.29an pê ve ji sedî 1,51 daket û bo 29,51 dolarî nizim bû. Bermîla petrola brent duh heta  30,73 dolarî zêde bibû.

Di heman demê de bermîla petrola xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 25,59 dolarî hat firotin.

Bihayên kurewî yên petrolê ji ber zêdebûna embarkirina petrola Amerîkayê û ji ber tirsa pêla duyemîn a vîrusa koronayê cureya nû (Covid-19) berjêr bûn.

Îro di bazara petrolê de rapora petrola ya daneyên meha nîsanê ya OPECê dê were şopandin.

Pispor dibêjin ew pêşbînî nakin ku di demeke nêzîk de bihayê petrolê zêde bibe, lê eger di demeke nêzîk de dermanê vîrusa koronayê were dîtin dibe bihayê petrolê zêde bibe.