Taner Yildiz: Pêwîstiya Tirkiyê bi nefta Herêma Kurdistanê tine

13-05-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Stenbol (Rûdaw) – Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz, eşkere kir ku nefta Herêma Kurdistanê li bendera Cêyhanê gihîştiye 2.5 milyon bermîl. Yildiz, her wiha ragihand, vê gavê pêwîstiya wan bi nefta Herêma Kurdistanê tine.

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz, îro di konferansa enerjiyê de li bajarê Stenbolê axaftinek kir û ragihand, nefta Herêma Kurdistanê ya ku li bendera Cêyhanê ya Tirkiyê hatiye imbarkirin gihîştiye 2.5 milyon bermîl û imarên benderê jî tijî dibin.

Taner Yildiz, diyar kir, ew amade ne wê neftê bifroşin lê divê mercên ku bo firotina petrola Iraqê hatine danîn bên cîbicîkirin her wiha divê Hewlêr û Bexda her li ser vê yekê li hev bikin, ji ber ku neft, nefta Iraqê ye û divê li ser destê wan were firotin.

Yildiz, anî ziman ku ew petrola ku bê firotin dê pereyê wê jî li Halk Bankê ya Tirkiyê de were komkirin.

Wezîrê Enerjiyê di bersiva pirsa “çima Tirkiye nefta Iraqê nakirre” de jî got, niha Tirkiyê ji 13 welatan neftê dikirre ji ber wê jî pêwîstiya Tirkiyê bi nefta Bakûrê Iraqê (Herêma Kurdistanê) tine.

Tê zanîn, hikûmeta Iraqê li dijî hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya neftê ya navbera Tirkiye û Kurdistanê ye û dibêje, divê nefta Kurdistanê di bin çavdêriya Bexdayê de were hinartin û firotin.

Herêma Kurdistanê jî vê yekê qebûl nake, ji ber wê jî ev mijar bûye sebeba alozbûna pêwendiyên her du aliyan. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst