Newaf Kiliç: Em dixwazin deriyê duyem ê Xabûrê bê vekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Komeleya Pîşesaz û Karsazên Tirkiye û Iraqê dibêje, ji bo ku bazirganiyê di navbera Tirkiye, Herema Kurdistan û Iraqê zêdetir bibe, “pêwîst e deriyekî duyem ê Xabûrê bê vekirin.”

Şandeke bazirganî ya Tirkiyê serdana Herema Kurdistanê û Iraqê dike û armanca wan ew e ku rêjeye bazirganiya di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê û Iraqê de zêdetir bikin, derfetên rê xweş bikin ji bo ku bazirgan bikaribin karên xwe bi rêyeke vekirîtir ku asteng li pêşiya wan tunebin bikaribin bazirganiya xwe bikin.

Li ser vê mijarê Serokê Komeleya Pîşesaz û Karsazên Tirkiye û Iraqê Newaf Kiliç beşdarî bultena 15.00 ya Rûdaw TVyê bû ku taybet e bi Bakurê Kurdistanê û behsa sedem û armancên serdana şandeya wan kir.

Derbarê sedemên hatina wan ya Herêma Kurdistanê Newaf Kiliç got ku ew dixwazin têkiliyên Tirkiyê yên bi navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê re ku “di serdema Coronayê de kêmbûne” dîsa zêde bikin.

Ji bo bihêzkirina têkiliyan Kiliç ragihand ku li Hewlêrê navendeke bazirganî dê vebikin û kesên ku bixwazin tevlî bazara Herema Kurdistanê û Iraqê bibin dê li wê navendê cih bidin wan û li wê derê alîkariya wan bikin.

Herwiha Kiliç diyar kir ku ew dixwazin ji îro pê de kompanyayên kalîteyên yekem bêne Herema Kurdistanê û Iraqê û di bazara vir de bêtir cih bigrin.

Di warê vîzeyê de jî Kiliç amaje bi vê yekê kir ku hemwelatiyên Tirkiyê yên ku ji Deriyê Sînor yê Îbrahîm Xelîl vîze distînin “tenê dikarin li Herema Kurdistanê bimînin nikarin biçin herêmên Ereban. Nirxên vizeya Iraqê hatiye zêdekirin ji ber vê yekê em dixwazin di demeke kurt de hemwelatiyên Tirkiyê bi yek vîzeyê hem bikaribin biçin Herema Kurdistanê hem jî Iraqê.”

Li aliyê din Kiliç dibêje, ew dixwazin ji bo derbasbûna karsazên Tirkiyê li derîyê Îbrahîm Xelîl asankarî bên kirin “ji bo ku bazirganiyê bi Herema Kurdistanê û Iraqê re zêdetir bikin û em dixwazin deriyeke Xabûrê yê duyemîn vebibe.”

Li ser rêje û hejmarên beriya Coronayê û piştî wê Kiliç diyar kir ku deriyê sînorî yê Xabûr (Îbrahîm Xelîl) di cîhanê de ew di rêza yek an duduyan de ye ku herî zêde kar bi rêya wî tê kirin û got, “Beriya Coronayê 10 hezar barhilgir dihatin Heremê, piştî Coronayê rojane ji 200-300î heta gihîşt hezar û 500 barhilgiran derbasî Herema Kurdistanê dibûn, piştî ku ji şofêren re serbest bû niha bûye 2 hezar.”

Herwiha Kiliç, “2013an hinardeya bo Herema Kurdstanê û Iraqê gihîştibû 12 milyar dolar. Piştî DAIŞê ev hejmar ket derdora 8 milyar dolarî, niha jî di navbera 8-9 milyar dolarî de ye. Hedefa niha ya bi Herema Kurdistanê û Iraqê de 20 milyar dolar e.”

Newaf Kiliç amaje bi wê jî kir ku di heyama belavbûna Coronayê de hinek sektoran zirar nedîtiye lê bi giştî karîgerî li ser hemû sektoran bûye û “karên hemû sektoran kêm bûne.”

Herwiha Kiliç tekez kir ku ew dixwazin karsazên Tirkiye û Herêma Kurdistanê bi hev re weberhênanê bikin.