Bazirganiya di navbera Tirkiye û Kurdistanê de zehmet bûye

Stenbol (Rûdaw) - Li Stenbolê 34emîn car e pêşangeha nêvdewleti ya cilûbergên zarokan birêve diçe. Ji gellek welatan serdêr û kompanyayên biyanî serdana pêşangehê dikin. Kurdên Başurê Kurdistanê jî yek ji serdêrên van pêşangehan e. Lê ji ber nemana geştên asmanî yên raste rast ji Kurdistanê bo Stenbolê gellek eziyet dikişînin.

 

Nemana geştên asmanî tenê zerarê nade bazirganên Kurd herwiha bazirganin Tirk jî ji ber kêmbûna karên wan gilî ji vê rewşê dikin.


Li Stenbolê 34êmîn pêşangeha navdewletiya cilûbergên zarok û bebikan birêve diçe. Ahmed Salar û Hacî saman jî du bazirganinên cilûbergan in û serdana vê pêşangehê dikin. Eziyetek berbiçav kişandine heta xwe gihandine vî bajarî. Buhabûna nirxan jî ew bêhtir nerhet kiriye.


Bazirganê başûrî Hacî Saman ji Rûdawê re wiha got: “Buhayên wan erzan nebûne. Ji xwe bac heye û buhayan zêde dike. Em bi rêya Îbrahîm Xelil hatine. Bi wesayîta xwe em hatin heta Mêrdîn û ji wê derê jî bi teyarê gihîştin Stenbolê. Me gellek eziyet kişand di rê de." 


Bazirganî ji Herêma Kurdistanê Ahmed Salar Cemal jî got: “Buhayên wan erzan nebûne. Wek xwe mane heta zêde jî bûne. Lê li Hewlêrê ji me re dibêjin ka erzantir bidin me. Lê mixabin buhayên vir weke xwe mane. Xelk nikare bi firokeyê were. Dema mirov rêya sînor jî bikar tîne gellek eziyet dikişîne."


Rawestandina geştên asmanî, bandorek ciddî li ser hinardeya  Tirkiyê bo Irak û Kurdistanê kiriye. Ne tenê Kurd bêguman bazirganên tirk jî ji vê rewşê nerazîne.


Xwediyê kargeha Gulmek Tekstîlê Hayrettin Gulmek jî diyar kir ku ev du sal e rewşa wan a aborî nebaş e, û wiha domand: “Buhayê dolar her ku diçe bilind dibe. Ji aliyeke din Irak muçeyên fermanberan nade. Ew jî bê pere man e û wek berê zêde nakevin bazarê. Bo nimune berê eger em bi sala 2016an berawurd bikin ew berhemên me yên ku me ji Iraqê re dişand rêjeya wê ji sedî 80 kêm bûye."


Şirîkê kompanya Sevibe Ali Riza Alper jî da zanîn ku heeta çend meh berê jî muşteri baş dihatin ji Herêmê Kurdistanê lê niha gellek kêm bûne û got: “Ez bawer im rawestandina geştên asmanî û têkçûna rewşa aborî tesîrek mezin li wan kir.”


Li gor amarên odeya hinardekirinê Tirkiye, ew welat herî zêde  ji Almanya, Îspanya û Brîtanya re hinardeyê dike û Iraq û Herêma Kurdistan jî di rêza heşetemîn de ne. Di 9 mehên pêşî yên sala 2017an bi buhaya 505 hezar dolarî cilûbergên zarokan ji Iraq û Herêma Kurdistanê re şandine.


Mehên Cotmeh, Mijdar û Berfanbara 2017an ji bo bazîrganên Tirkiyê ku bi Iraq û Kurdistanê re kar dikin mehên reş bûn. Niha jî hêviya wan ew e rewş bigihêje asta xwe ya berê.


Nivîsîn: Aydin Bayram