MÛŞ - Cotkar îsal li hêviyê ne ku 3 hezar ton tûtin kom bikin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê cotkarên tûtinê îsal li hêviyê ne ku 3 hezar ton tûtin kom bikin.

Li Bakurê Kurdistanê çend navçe hene ku tûtina wan gelekî navdar e û ketiye stran û helbestan jî.

Tûtina Xursê, tûtina Semsûrê û tûtina Mûşê.

 Li Mûşê bi sedan cotkar tûtinê diçînin û difiroşin gelek welatên cîhanê.

Cotkar îsal li hêviyê ne ku 3 hezar ton tûtin kom bikin lê dibêjin çandin û xwedîkirina tûtinê karekî zehmet e.

Tûtin, yek ji çavkaniyên sereke ê dahata xelkê wê deverê ye.

Serokê Yekîtiya Koperatîfên Berhemanîn û Firotina Tûtinê Şêxmûs Solgun

"Li bajarê Mûşê li gel 400 berhemhênerên tûtinê girêbesta me heye. Em li bendê ne berhema îsal 3 hezar ton be.

Xwedê hezkê di salên pêş de em dê rêjeya berhemanînê zêdetir bikin. Berhemhênana tûtinê karek zehmet e.

Wekî hûn dibînin mirovên me zivistan û havînan di nav hemû şert û mercan de vî karî dikin."

Li Mûşê îsal 620 cotkaran li ser 5 hezar donim zevî tûtin çandine.

Ew salê 12 mehan bi berhemanîna tûtinê ve mijûl dibin.

Tûtin çavkaniyeke girîng a dahatê ye ji bo xelkê wê parêzgehê ku debara jiyana xwe bi vî karî dikin.

Cotkar Leyla Taşinê jî got, “Em debara jiyana xwe û mesrefa xwendina zarokên xwe bi dahata vê tûtinê dabîn dikin.”

Cotkar Mustafa Demir jî got, “Min 150 donim tûtin çandiye. Ez di bazarê de 200 donimî jî dikirim û difroşim kompanyayan."

Tûtina Mûşê bi rêya kompanyayan destpêkê ji parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê re tê şandin û ji wir hinardeyî welatan tê kirin.

Li gorî çavkaniyên fermî, sala borî ji parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji 48 welatan re 53 hezar ton tûtin hatiye hinardekirin.

 Ji wê tûtinê 276 milyon dolar hatine bidestxistin ku derdora ji sedî 5ê wê ya Mûşê bûye.