RIHA – Li şûna garis û pembo fistiqên binerdî çandibûn: Ji berhemê razî ye

12-11-2023
RÛDAW
Li Rihayê berhema fistiqên bin erdê /
Li Rihayê berhema fistiqên bin erdê /
Nîşan Riha Fistiqên Binerdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li deşta Rihayê cotkarê ku îsal li şûna genim û pembo fistiqên binerdî çandine, ji berhema xwe gelekî razî ye.

Li deşta parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, cotkar Abdullah Akkur li zeviya xwe ya ku berê genim, garis û pembo lê diçand, îsal fistiqên binerdî çandin.

Cotkar Abdullah Akkur ji berhema xwe ya fistiqên binerdî gelek razî ye.

Li şûna garis û pembo fistiqên binerdî

Abdullah Akkurt diyar kir ku  ew fistiqan cuda û giyayê wê jî cuda difiroşe û got:

“Her sal me li deşta Heranê genim, garis û pembo diçand. Gelek caran cotkar dixwisirin. Îsal ez fikirîm tişteke din biçînim.

Min tovê fistiqên binerdî ji Osmaniyê anî û li zeviya xwe çand. Berhema wê baş bû û nirx jî baş bûn."

Akkurt li ser rûberê 40 donim zevî fistiqên binerdî çandine.

Bi gotina Akkurt dahata wî ya ji erdî li gorî salên borî îsal baştir e.

Pêwîstî bi çandiniya alternatîv heye

Akkurt herwiha amaje bi wê yekê kir ku pêwîstî bi çandiniya alternatîv heye û wiha domand:

“Em fistiqan ber hev dikin û giyayê wê jî bo êmê ajelan tê bikaranîn. Bi vî awayî em fistiqan cuda û giyayê wê jî cuda difiroşin. Ez ji her kesî re pêşniyar dikim. Çandiniya alternatîv baş e."

Ji her donim zevî 500-600 kîlogram fistiqên binerdî berhem tên.

Lê ew yek li gorî bereketa axê diguhere, li gorî kalîteya axê dibe ku xêra cotkaran ji wê jî zêdetir be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst