Enqere û Banka Cîhanî peymanek pêk anîn
Navenda Nûçeyan - Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî yê Tirkiyê ragihand ku ji bo veberhênanên enerjiyê bên xurtkirin wan bi Bankaya Cîhanî re peymaneke 200 milyon dolarî pêk anîne.
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî yê Tirkiyê Fatih Donmez beşdarî 5emîn Komcivîna Awarte ya Komeleya Berhemdariya Enerjiyê bû.
Fatih Donmez wir axaftinek kir û da zanîn ku ew bi Bankaya Cîhanî re gihîştine rêkeftinekê.
Donmez wiha got: “Ji bo li raya giştî veberhênanên enerjiyê bên xurtkirin me bi Bankaya Cîhanê re peymaneke 200 milyon dolarî kir.”