Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bazara sobeyan germ bûye

12-10-2022
RÛDAW
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bazara sobeyan germ bûye
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bazara sobeyan germ bûye
Nîşan Bakurê Kurdistanê Gaza Xwezayî Sobeya Êzingan Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber ku peydakirina gaza xwezayî li gelek welatan bûye pirsgirêk, xelk careke din berê xwe didin rê û rêbazên kevnarên germkirina malan, lewma li Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bazara sobeya êzing û rejûyan germ bûye. Li bajarê Bolu ya Tirkiyê hostayê çêkirina sobeyan kêfxweş in. Bi gotina wan sobeyên êzing û rejûyan kêm xerc dikin û maleke mezin jî germ dikin. Ne tenê di nava sînorên Tirkiyê de, ji Ewropayê jî daxwaz li ser sobeyên wan heye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber bilind bûna nirxê sotemeniyê, beşek ji navçeyan heta niha jî sobeyên daran yên kevn bikar tînin û malên xwe bi wan germ dikin, dibêjin ji aliyê tenduristiyê ve jî baştir in.

Îsmaîl Atli, hostayê çêkirina sobeyan e li bajarê Bolu yê li bakurê rojavayê Tirkiyê. Her roj sibehê zû radibe û diçe ser karê xwe. Sobeyên wî bi dar û komirê kar dikin, bi çakûç sobeyan çêdike.

Hostayê Sobeyan Îsmaîl Atli got, “Sobeyên me ji aliyê aboriyê ve gelekî guncav in, bi sotemeniyeke kêm germahiyeke baş didin, sobeyeke normal dikare odeyeke 50 metre çargoşe germ bike.”

Hosta rojane 4-5 sobeyan çêdike. Her çiqas demsala sermayê dest pê nekiriye lê ji ber krîza enerjiyê ku ligel birrîna gaza xwezayî ji aliyê Rûsyayê ve dest pê kiriye, ji Ewropayê daxwaz li gor par du qat zêde bûye.

Hostayê Sobeyan Îsmaîl Atli anî ziman, “Ji Yunanistanê zêdeyî hezar daxwaz hatine. Ligel kiryarên Bulgaristanê jî gotubêj hatine kirin lê em li ser pereyan ne axivî ne. Me ji Holanda û Almanyayê jî daxwaz wergirtine.”

Nirxê sobeyan li gor mezinahiya wan ji du hezar û 200 lîreyî ku dike nêzîkî 120 dolaran dest pê dike heta çar hezar lîreyan ku dike nêzîkî 215 dolar.

Cihên kar ên li Bolu û Edîrneyê ku nêzîkî sînorê Yunanistan û Bulgaristanê ne, bi zêdebûna xwesteka ji derveyî welat, karê wan baş e û bazara wan germ bûye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber bilindbûna nirxê sotemeniyê, beşek ji navçeyan heta niha jî sobeyên daran ên kevin bikar tînin, da ku bikaribin di demsala zivistanê de malên xwe germ bikin û dahata wan têra wan bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst