Xerciyên avahîsaziyê ji sedî 62 zêde bûne

12-09-2023
RÛDAW
Nîşan TUIK Xerciyên Avahîsaziyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha tîrmehê de xerciyên avahîsaziyê li gorî meha hezîranê ji sedî 15 zêde bûne.

Xerciyên avahîsaziyê li gorî tîrmeha par jî ji sedî 62,25 zêde bûne.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK), îro amarên xerciyên avahîsaziyê yên tîmehê eşkere kirin.

Li gorî amaran, tîrmenê xerciyên avahîsaziyê li gorî hezîranê ji sedî 15 zêde bûne

Herwiha li gorî heman meha sala par ji 62,25 zêde bûne.

Di sektora avahisaziyê de meha tîrmehê bihayê kelûpelan li gorî meha hezîranê ji sedî 9,76 zêde bûye û heqdestê karkeran jî sedî 31,66 zêde bûye.

Herwiha li gorî heman meha sala par, bihayên kelûpelan ji sedî 47,01 zêde bûne û heqdestê karkeran ji sedî 111,68 zêde bûye.

Xerciyên avahiyên apartmanan di tîrmehê de li gorî hezîranê ji sedî 14,68 zêde bûne û li gorî heman meha sala par ji sedî 62,55 zêde bûne.

Ji bo apartmanan xerciyên kelûpelan ên mehane ji sedî 8,18 zêde bûne û heqdestên karkeran ên mehane ji sedî 31,62 zêde bûne.

Xerciyên kelûpelên avahiyên apartmanan ên salane ji sedî 46,64 zêde bûne û heqdestên karkeran ên salane jî ji sedî 111,74 zêde bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst