Lîtreya mazotê 2,03 lîreyan biha dibe

12-09-2023
Nîşan Mazot Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, lîtreya mazotê sibe 2,03 lîreyan biha dibe.

Piştî ku bac hatin zêdekirin û lîreyê Tirkî bêqîmet bû her ku diçe mazot û benzîn jî bihatir dibin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bihayê mazotê 21ê Tîrmehê 1,55 lîre, 28ê Tîrmehê 1,45 lîre, 1ê Tebaxê 1,07 lîre, 11ê Tebaxê 1,80 lîreyî û 22yê Tebaxê jî bi qasî lîreyekî hatibû zêdekirin.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, sibe jî mazot 2,03 lîreyan biha dibe. 

Bi bihayê nû, lîtreya mazotê li Stenbolê dibe 40,03 lîre, li Enqereyê dibe 40,57 lîre û li Îzmirê jî dibe 40,74 lîre.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê jî bihayê lîtreyeke mazotê 40 lîreyî derbas dike.

Beriya hillbijartinên bi 18,58 lîreyan bû

Lîtreya mazotê beriya hillbijartinên Parlamentoya Tirkiyeyê yên 14ê Gulanê bi 18,58 lîreyan bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst