Rewşa xirab a aboriya Tirkiyê gihîştiye asteke metirsîdar

12-09-2022
RÛDAW
Emê niha bi hinek amar û zanyariyan behsa vê rewşa xirab a aboriyê bikin.
Emê niha bi hinek amar û zanyariyan behsa vê rewşa xirab a aboriyê bikin.
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Rewşa Aborî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rewşa xirab a aboriya Tirkiyê gihîştiye asteke wiha ku êdî peydakirina nanê rojê di rojeva piraniya xelkê de ye. Di van du salên dawiyê de, bi taybetî li gel bênirxbûna lîre, debara xelkê gelekî zehmet bûye.

Di meha Çileya 2021, nirxê her dolarekê bi 7.40 lîreyan bû. Piştî ku banka navendî ya Tirkiyê biryar da ku sûda bankî, ango faîz weke xwe bimîne, serberjêrbûna aboriya Tirkiyê bileztir bû.

Ji liv û tevgera aborî zêdetir, axaftinên Serokomarê Tirkiyê yên di derbarê rewşa aboriyê û gefên wî bûne sedema daketina nirxê lîre ku di Mijdara 2021ê de her dolarek bû 12.82 lîre û piştî çend rojan bû 17.52 lîre û niha jî bi 18.22 lîreyan e.

Bazirganiya navdewleti

Hikûmeta Tirkiyê ji bo kêmkirina bandora dolar, girîngî da hinardeyê û sektora geştiyariyê. Îsal rêjeya hinardeyê ya Tirkiyê %13 zêde bûye û gihîştiye 21.3 milyar dolaran.

Hejariya Xelke

Lê hinarde û geştiyariyê rewşa xelkê baştir nekir. Bazar sist in û xelk weke berê nikare biçe bazaran û bi dilê xwe tiştan bikire.

Êdî li şûna kîloyan, xelk ji her berhemekê çend liban radike û berê xwe dide malê.

Nûçegihanên me bi berdewamî li nava bazaran bûn. Rewşa bazaran vediguhestin. Gilî û gazinên xelkê zêdetir bûne. Ka em binêrin xelkê çi digot;

Bêkarî û hejarî

Helbet tenê nirxê kelûpelan bilind nedibû. Di heman demê de rêjeya hejarî û bêkariyê jî bilind dibû û weke xwe nediman.

Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê bixwe dibêje:

  • ·-10 hezar û 498 malbat nikarin zarokên xwe xwedî bikin
  • ·-2 milyon û 345 malbat nikarin faturayên xwe yên elektrîkê bidin
  • ·-330 hezar û 804 malbat nikarin faturaya xwe ya gaze bidin
  • ·-16 hezar û 424 malbat di xaniyên ne guncaw de dijîn

 

Di vê navberê de, bêkarî û bidestxistina kar jî çîrokeke cuda ya bi êş e. IŞ-KUR dibêje;  rêjeya bêkariyê %4.7 zêde bûye û 149 hezar kesên din bê kar mane û niha 3 milyon û 343 hezar kes bêkar in.

TUIKê jî ragihandibû ku li gorî mehek beriya niha rêjeya bêkariyê %0.3 bilind bûye û hejmara bêkaran jî 136 hezar kes kêm bûne.

Enflasyon

Axaftinên Wezîrê Darayî yê Tirkiyê ku li ser başkirina rewşa aboriyê dibêje, karvedanên curbicur li pêy xwe tînin.

Li gorî hikûmeta Tirkiyê, wê heya dawiya îsal rewşa aborî gelekî ji niha baştir be. Lê beşekî zêde a xelkê baweriyê bi rewşa aborî naynin û li gel wê yekê ne ku heya desthilat neguhere, rewşa aborî jî baş nabe.

Hilbijartin

Partiyên Opozîsyonê û desthilatê jî dest bi kampanya hilbijartinan kirine. Hikûmet dixwaze beriya hilbijartinan rewşa aborî baş bike û partiyên opozîsyonê jî li gel wê yekê ne ku rewş xirabtir bibe da ku rêjeya dengên wan zêdetir bin.

Ji bo xelkê jî tişta girîng nan û debar e, lê ne çarenivîsa rewşa aborî diyar e û ne jî diyar e ka wê kîjan hevpeymanî wî welatî birêve bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst