Li Ewropayê bihayê elektrîkê 22 qat zêde bûye

12-09-2022
RÛDAW
Nîşan Ewropa Gaza Xwezayî Elektrik
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li welatên Ewropayê di du mehan de bihayê elektrîkê 22 qat zêde bûye.

Kargeha Duralexê ji sala 1945an vir ve li Fransayê kelûpelên cam çêdike lê niha ji ber bihabûna elektrîkê û bilindbûna bihaya gaza xwezayî, neçar maye ku deriyên xwe bigire.

Rêveberê Giştî yê Duralexê Jose Luis Lacona got, “Piştî ku ez şiyar dibim rasterast li guhertinên bihayê elektrîk û gazê dinêrim. Diyar e ku bêserûberiyeke mezin heye; biha bi lez zêde dibin û kes nizane dê di pêşerojê de çi bibe.”

Di du salên borî de, bihayê elektrîkê li Ewropayê 22 qat û bihayê gazê jî 18 qat zêde bûye. Ev yek bûye sedem ku lêçûnên kargehan pir zêde bibin û neçar bimînin ku mûçeyên karkerên xwe kêm bikin an jî werin girtin. Duralexê jî ji sedî 40 mûçeyê karkeran daxistiye.

Rêvebera Banka Navendî ya Ewropayê Christine Lagarde dibêje, heger Rûsya hinardekirina gaza xwe ji bo Ewropayê bi temamî bibire, Yekîtiya Ewropayê sala bê dê rûbirûyê sistiya aborî bibe.

Christine Lagarde anî ziman, “Bi gelemperî, em hêvî nakin ku di sala 2023an de li Ewropayê sistbûnek çêbibe lê di senaryoya herî xirab de heger hinardekirina gaza xwezayî ya Rûsyayê bi tevahî raweste, em pêşbîniya sistbûna aborî dikin.”

Li Ewropayê di destpêka sala 2020an de, nirxê yek megawatt elektrîk 50 euro bû, niha 1000 euro derbas kiriye. Bihaya gaza xwezayî jî ji 12 euroyan derketiye zêdetirî 200 euroyî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst