Wezîrê Petrolê yê Iraqê: Xeteke nû ya petrolê ji Kerkûkê heta Pêşxabûrê tê danîn

12-09-2019
Mehdî Ferec
Mehdî Ferec
Nîşan Wezîrê Petrolê yê Iraqê Samir Xezban Kerkûk Kurdistan Pêşexabûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Petrolê yê Iraqê Samir Xezban ragihand ku xeteke boriya nû ya petrolê ji Kerkûkê heta Pêşxabûrê li cihê xeta ku DAIŞê wêran kiriye, tê sazkirin.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Samir Xezban li 24mîn Konferansa Enerjiya Cîhanî ya li Ebu Dabiyê di hevpeyvîneke ligel Rûdawê de mijarên wek peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, hinardekirina petrolê û bûdçeyê nirxandin.

Samir Xezban diyar kir ku di pêvajoya niha de peywendiyên Hewlêr û Bexdayê baş in û bibîr xist ku piştî destbikarbûna Nêçîrvan Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê, ligel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî hevdîtinên berhemdar pêk anîne.

Xezban dibêje: “Ez dikarim bi dilniya bibêjim ku peywendiyên dualî yên niha gelek baş in û herdu alî jî dixwazin ji bo berjewendiyên gelê Iraq û Herêma Kurdistanê diyalog berdewam bin û pirsgirêk bêne çareserkirin. Di vê çarçoveyê de ji bo mijarên wek petrol, gaza sirûştî, bûdçe û ewlehiyê lijneyên hevbeş hatine damezrandin.”

Derbarê Yasaya Bûdçeya 2019an a Iraqê de Xezban diyar kir ku mijara dahata petrol û bûdçeyê hate zelalkirin û wiha pê de çû: “Di vê proje-yasayê de behsa erk û mafan hatiye kirin. Em weke hikûmeta federal a Iraqê mûçeyên fermanber û pêşmergeyên Herêma Kurdistanê dişînin. Li beramberî vê de merc e ku Herêma Kurdistanê rojane 250 hezar bermîl petrol radestî SOMOyê bike heye. Ev petrol bi rêya SOMOyê tê firotin û dahata wê bo xezineyê tê veguhestin.”

Li ser pirsa “plana hikûmeta Iraqê, heye ku bi xeta boriya petrola Kurdistanê, rêjeya hinardekirina petrolê zêde bike?” Xezban wiha got: “Em bi rêya xeta boriya petrolê ya Kurdistanê rojane 100 hezar bermîl petrol hinarde dikin. Niha planên me bo bilindkirina vê rêjeyê heye. Di rewşa niha de li Kerkûkê rojane herî kêm 150 hezar bermîl petrol tê derxistin, lê piraniya wê bo başûrê welêt tê veguhestin. Li vê herêmê qebareya berhemanîna petrolê zêdetir e, û petrol ji vê derê  bo welatên Asyaya başûr û rojhilat tê hinardekirin. Ligel vê yekê em niha dixwazin xetake boriya nû ya petrolê ji Kerkûkê heta Pêşxabûrê danîn. Wek hun jî dizanin xeta boriya berê, ji aliyê rêxistina teror a DAIŞê ve hatiye wêrankirin. Dema ku ev xet û xeta başûr gehiştin hev qebareya rojane ya hinardekirinê dê zêdetir bibe.”

Wezîrê Petrolê yê Iraqê herwiha da zanîn ku rêkevtina ku ligel OPECê hate kirin, tevahiya petrola li Iraq û Herêma Kurdistanê tê derxistin û hinardekirin lixwe digire.

Samir Xezban derbarê rêkevtina petrolê ya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de jî da xuyandin ku helwesta Bexdayê bo wê mijarê diyar e, wan nêrînên xwe yên derbarê vê mijarê de ji Enqere û Hewlêr re zelal kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst