Sînordarkirina hinardeya ard bandorê li Başûrê Kurdistanê dike

Zaxo (Rûdaw) - Hikûmeta Tirkiyê ji ber krîza niha ya li wî welatî peyda bûye, hinardekirina ard bi rêjeya %10 kêm kiriye, vê yekê jî bandoreke xerab li ser bazarên Herêma Kurdistanê  kiriye, bi taybetî li bajarê Zaxoyê.

 

Xwediyên firinên nan û şîrîniyan dibêjin eger ev rewş berdewam be, dibe ew bandor bigihe giranbûna nirxê nan û şîrîniyan.

 

Li gor amarên Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl, rojane navber 40 heta 80 wesayîtên barhilgir ard ji Tirkiyê bo bazarên Herêma Kurdistanê û Iraqê têne hawirdekirin, lê Tirkiye hinardekirina ard %10 sînordar kir.

 

Firoşyarê ard Çiya Letîf ji Rûdawê re diyar kir: “Rê hatiye girtin, ardê sifir di bazarê de nemaye û roj bi roj ard giran dibe, tenê 60 heta 70 dolar çûye ser tonekê.”

 

Li gor amarên bazirganiyê, nêzîkî %60ê xelk, nanê xwe ji firinan dikirin.

 

Xwediyê firinekê Mihemed Hisnî diyar dike ku %90 karê wan li ser ardê Tirkiyê ye, eger ard neyê dê buhayê wî zêde bibe û pê re buhayê nan jî giran bibe.

 

Xwediyê dikana şîrînahiyê Mistefa Şahîn jî eşkere dike ku ard li bazarê nemaye û ew neçar in ardê xwe yê embarkirî bi kar bînin, eger ew ard jî têra wan neke, dê buhayê şîrînahiyan zêde bibe.

 

Berpirsê Jûra Bazirganî ya Duhokê Eyad Hesen diyar kir ku bazirgan ji vê biryara Tirkiyê nehatibûn agahdarkirin û ev dê bandor li ser bazirganên Herêma Kurdistanê bike, ku gelek ji wan peyaman bi kompaniyên Tirkiyê îmze kirine û bi hezaran ton ard ji Tirkiyê hawirde dikin.

 

Li gor amarên Jûra Bazirganiyê, li Herêma Kurdistanê 35 kompanî ard ji Tirkiyê bo Başûrê Kurdistanê û Iraqê hawirde dikin.