TUIK: 3 milyon û 305 hezar bê kar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiyeyê hejmara bêkaran bi qasî 234 hezaran zêde bûye û gehiştiye 3 milyon û 305 hezar kesan.

Li gorî amarên TUIKê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hezîrana îsal rêjeya bêkariyê gihiştiye ji sedî 9,2yan.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) rêjeya bêkariyê ya hezîranê eşkere kir.

Li gorî TUIKê, meha hezîranê hejmara bêkaran bi qasî 234 hezaran zêde bûye û gehiştiye 3 milyon û 305 hezar kesan.

Her wiha rêjeya bêkariyê ya hezîranê jî bi zêdebûna ji sedî 0,7an bûye ji sedî 9,2.

Li gorî texmînan, rêjeya bêkariya mêran ji sedî 7,6 û rêjeya bêkariya jinan jî ji sedî 12,4 e.

Meha hezîranê hejmara kesên ku bûne xwedîkar bi qasî 341 hezaran kêm bûye û daketiye 32 milyon û 522 hezar kesan.

 Ev jî wateya ku rêjeya xwedîkaran 0,6 puanan daketiye û bûye ji sedî 49,3.

Rêjeya bêkariya nifûsa ciwan ên temenê wan di navbera 15 û 24 salî de jî li gorî gulanê 1,7 puanan zêde bûye û bûye ji sedî 17,6.

Rêjeya bêkariya ya bi pênaseya berfireh jî li gor meha gulanê bi zêdebûna 3,8 puanan gihiştiye ji sedî 29,2yan.