Rojava - Nirxa pincar û fêkî erzan bûye

12-07-2015
RÛDAW
Rojava - Nirxa pincar û fêkî
Rojava - Nirxa pincar û fêkî
A+ A-

 

Tirbespiyê (Rûdaw) – Li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê çinîn û hildana berhemên çandiniyê dest pê kiriye û ji ber zêdebûna pincar û fêkiyan, nirxa wan erzan bûye.

Derdora mehekê ye çinîn û hildana berhemên çandiniyê li Rojavayê Kurdistanê bi taybet li herêma Cizîrê dest pê kiriye ji ber wê jî bazarên wê beşa Kurdistanê bi pincar, keskayî û fêkiyên navxwe xemiliye.

Li devera Tirbespiyê, fêkî gihîştinê û pincar jî şîn bûne ji ber wê jî êdî pêwîst nake welatî wan tiştan ji derve bikirrin, ev jî bûye sedema erzanbûnê.

Welatî ji vê yekê kêfxweş in lê cotkar nerazî ne û dibêjin, nirxa berheman pir erzan e…

Beriya niha herêma Cizîrê ji aliyê DAIŞ û komên radîkal ve hatibû dorpêçkirin lewma ew tiştên ku ji derveyî herêmê dihatin kirrîn, ji ber standina gumrikê, nirxa wan pir biha dibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst