Li Tirkiyê xelk bo kirîna şekirê erzan dikevin dorê

Hewlêr (Rûdaw) – Li çend bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê welatî bi çend lîreyan kêm jî be bo kirîna şeker bi saetan dikevin dorê.

Ji bo kirîna şekirê erzan qerebalixiyek li ber deriyê marketeke navçeya Beypazari ya Enqerê çêbû. Wê marketê ragihand ku ew dê ji nirxê asayî hinekî erzantir şekir biforeşe û piştî demekê hejmareke zêde ya welatiyan li ber derî kom bûn.

Herwiha li marketeke navçeya Nurdagê li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê jî welatî bi çend lîreyan kêm jî be bo kirîna heman berhemî ketin dorê.

Welatiyek li dijî bihabûna şekir û pêdiviyên sereke nerzîbûna xwe bo serokê rêxistina wê navçeyê yê AK Partiyê nîşan dide û dibêje ez heqê xwe li we helal nakim.

Ew welatî dibêje: “Torbeyek şekir ji 180 lîreyan bûye hezar lîre. Li cîhanê tiştekî wiha nîne. Tenê li Tirkiyê tiştekî wiha heye. Li qisurê nenêre ez heqê xwe helal nakim. Ez heqê xwe li te jî helal nakim Xwedê şahid e."

Di sala 2021ê de nirxê kiloyek şekir li marketên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi 11 lîreyên Tirkî bû lê ji ber bihabûnên îsal bo 27 lîreyên Tirkî zêde bûye.

Bêguman ne tenê şekir piraniya pêdiviyên sereke di nav bazaran de biha bûne. Mûçeyê ku welatî werdigirin jî rojane li ber bihabûnan dihele. Opozîsyon rexneyan li desthilatê digire û dixwaze bihabûn bi zêdekirina mûçeyan bên telafîkirin.

Berdevkê CHPê Faîk Oztrak jî got: “Li Çîna ku em wek keda herî erzan dizanin jî mûçeyê kêmane 370 dolar e. Lê di encama polîtîkayên desthilatê de mûçeyê me yê kêmane di jêr 250 dolarî de maye. Li Tirkiyê ji bo kîloyek qiyme bikirî divê welatiyê mûçeyê kêmane werdigire rojekê bixebite. Li Brîtanya, Swîsre û Amerîkayê tenê bo vê yekê 1 demjimêr bes e.”

Şekir yek ji pêdiviyên sereke yên welatiyan e. Berê welatiyan ji marketan bi kîsên 5 kîlo yan jî 50 kîlo şekir bo malên xwe dikirîn, lê di dema salekê de bi rêjeya ji sedî 145 bihabûnê wiha kiriye ku xelkê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê êdî  bi kîlo yan jî nîv kîloyan bikirin.