Nirxê petrola brent daket

Hewlêr (Rûdaw) - Li bazarên navneteweyî bermîla petrola brent bi 61,50 dolarî tê firotin.

 

Îro bermîla ptrola brent ji saet 09.17an pê ve ji sedî 1,58 kêm bû û bû 61,50 dolar. Bermîla petrola brent duh heta 63,31 dolarî zêde bibû, lê di dawiya rojê de dîsa bo 62,49 dolarî daket.

 

Di heman demê de bermîla petrola xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 52,23 dolarî hat firotin.

 

Pêşbîniyên derbarê stoka petrola xam a heftane ya Amerîkayê de bandora xwe li ser kêmbûna bihayê petrolê kir.

 

Li gor daneyên Enstîtûya Petrola ya Amerîkayê stokên petrola xam a li wî welatî hefta borî 4,9 milyon bermîl zêde bû û derkete 482,8 milyon bermîl. Li gor texmînan stok dê daketa 481 hezar bermîl.