Hewlêr (Rûdaw) – Projeya Xeta Gaza Sirûştî ya Anadolu Trans (TANAP) îro dest bi kar dibe û bi vê projeyê gaza sirûştî ya Azerbaycanê bi ser Gurcistan, Tirkiye û Bakurê Kurdistanê re bigihe Ewropayê.
Projeya TANAPê ya veguhestina gaza sirûştî ya Azerbaycanê bo Ewropayê, weke yek ji projeya herî mezin a enerjiyê ya Tirkiyê tê dîtin.
Biryare îro li bajarê Eskîşehîrê, bi beşdarbûna Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan, Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokomarê Gurcistanê Giorgi Margvelaşvili, bi merasîmeke taybet were vekirin.
Projeya Xeta Gaza Sirûştî ya Anadolu Trans (TANAP) ji Bakû ya Azerbaycanê dest pê dike û bi ser Gurcistanê digihe bajarên Bakurê Kurdistanê, bi ser Qers, Erzirom û Erzinganê re digihe bajarên Tirkiyê. Xeta gazê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji 20 bajar û 67 navçeyan re derbas dibe.
Dirêjahiya xeta gaza sirûştî 850 hezar kîlometre ye û li navçeya Îpsala ya bajarê Edirne ya Tirkiyê digihe xeta giştî ya gaza sirûştî ya Ewropayê TAPê.
Bi vê projeyê armanc ew e, ku salane 16 milyar metre sêcar gaza sirûştî were veguhestin. Ji vê jî 10 milyar metre sêcar ji bo Ewropayê û 6 milyar metre sêcar jî ji bo Tirkiyê be.
Rêkeftina li ser TANAPê ya di navbera Tirkiye û Azerbaycanê de di 24ê Kanûna 2011ê de hate îmzekirin. Kompanyaya petrolê ya dewleta Azerbaycanê (SOCAR) serpereştiya vê projeyê dike.
Di 23ê Çileya 2018ê yekemîn car test û ceribandina projeyê çêbû û bi giştî 13 hezar kes di vê projeyê de kar dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse