Daketina nirxê lîreyê Sûrî li beramber dolar rekor şikand

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo yekem car di dîroka Sûriyê de, nirxê 1 dolarê Amerîkî gihişte zêdetirî 9 hezar û 250 lîreyên Sûriyê.

Ev çend roj in, nirxê lîreyê Sûrî li beramber diravên biyanî gelekî dadikeve ku di bazarên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de ji ber daketina nirxê lîre, nirxê kelûpelan jî gelek bilind bûne.

Roja Pêncşemê bo yekemîn car di dîroka Sûriyê de, nirxê lîreyê Sûrî li bermaber dolarê Amerîkî asta xwe ya herî kêm tomar kir û her dolareke Amerîkî gihîşt 9 hezar û 250 lîreyên Sûrî.

Li gor zanyariyên ku Rûdawê bi dest xistine, li bazarên Rojavayê Kurdistanê nirxê 1 dolarê Amerîkî bi 9 hezar û 250 lîreyên Sûrî tê firotin û bi 9 hezar û 150 lîreyên Sûrî tê kirîn.

Herwiha di bazara paytexta Sûriyê Şamê de, nirxê 1 dolarê Amerîkî bi 9 hezar û 200 lîreyên Sûrî tê firotin û bi 9 hezar û 100 lîreyên Sûrî tê kirîn.

Li bazarên navçeyên opozisyona Sûriyê jî nirx nêzîkî hev in, ku li Idlibê nirxê 1 dolarê Amerîkî bi 9 hezar û 230 lîreyên Sûrî tê firotin û bi 9 hezar û 150 lîreyên Sûrî tê kirîn.