Malbatên herî hejar li Wan, Mûş, Bedlîs û Colemêrgê ne

12-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, malbatên herî hejar li parêzgehên Wan, Mûş, Bedlîs û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê ne. Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK), amarên sala 2021ê yên “Lêkolîna Şertên Jiyanê û Dahatê” eşkere kirin.

Li gor amaran li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dahata herî zêde dikeve destê malbatên li Stenbolê û herî kêm jî dikeve destê malbatên li parêzgehên Wan, Mûş, Bedlîs û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sala 2021ê bi awayekî navendî bo her şexsekî malbatê 37 hezar û 400 lîre dahata salane hebûye, ev rêje herî zêde li Stenbolê bûye ku bo her şexsî salane 51 hezar û 765 lîre û herî kêm jî li parêzgehên Wan, Mûş, Bedlîs û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê bûye ku dahata her şexsekî ya salane 18 hezar û 278 lîre bûye.

Herwiha rêjeya cudahiya herî zêde ya hevsengiya dahatê li Stenbolê hatiye tomarkirin û cudahiyeke zêde di navbera dahata malbatan de heye.

Rêjeya cudahiya herî kêm a hevsengiya dahatê jî li parêzgehên Meletî, Xarpêt, Çewlig û Dêrsîmê ye ku dahata xelkê bi giştî kêm e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst