Eurostat: %47ê Tirkiyê di nav sektora kar de cih nagrin

12-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Ofîsa Amaran a Ewropayê (Eurostat), li Tirkiyê ji 64 milyon û 400 hezar kesên ku dikarin bixebitin 30 milyon û 500 hezar kes di nav sektora kar de cih nagrin. Tirkiye bi rêjeya %47.7 di nav welatên Ewropayê de di rêza yekem de cih digre.

Ofîsa Amaran a Ewropayê, amarên sala 2021ê yên sektora kar ên welatên Ewropayê eşkere kirin.

Li gor amaran li Ewropayê bi giştî rêjeya kesên temenê wan di navbera 15-64 salî de ne û bêkar in %35 e, lê ev rêje li Tirkiyê %47.4 e.

Rêjeya kesên di nav sektora kar de cih nagrin li gor sala 2020ê %2.3 zêde bûye. Di nav 30 milyon û 500 hezar kesên naxebitin de hejmareke zêde jin hene. Li gor amarên Eurostatê ji 30 milyon û 500 hezar kesên naxebitin 21 milyon û 500 hezar kes jin in.

Herwiha li Almanyayê ji 62 milyon kesên ku dikarin bixebitin 19 milyon û 100 hezar kes di nav sektora kar de cih nagrin, li Fransayê ji 48 milyon kesên ku dikarin bixebitin 17 milyon û 900 hezar kes di nav sektora kar de cih nagrin, li Îtalyayê ji 44 milyon û 300 hezar kesên ku dikarin bixebitin 19 milyon û 500 hezar kes di nav sektora kar de cih nagrin, li Îspanyayê ji 35 milyon û 800 hezar kesên ku dikarin bixebitin 12 milyon û 600 hezar kes di nav sektora kar de cih nagrin, li Holandayê ji 13 milyon û 100 hezar kesên ku dikarin bixebitin 3 milyon û 400 hezar kes di nav sektora kar de cih nagrin.

Tirkiye di warê rêjeya bêkariyê de jî li Ewropayê di rêza yekem de ye.

Li Almanya 1.5 milyon, li Fransa 2.3 milyon, li Îtalya 2.3 milyon, li Îspanya 3.4 milyon, li Holanda 408 hezar, li Polonya 580 hezar û li Tirkiyê li gor amarên fermî 3.89 milyon kes bêkar in.

Lê li gor Saziya DÎSK-ARê jî li Tirkiyê 8.4 milyon kes bêkar hene.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst