Cemal Koçer: Daketina nirxê petrolê ji bo bûdceya Iraqê bûye pirsgirêkek mezin

13-05-2020
RÛDAW
Ji bo mûçeyên fermanberan pêwîstiya Iraqê bi nêzîkî 50 milyar dolarî heye
Ji bo mûçeyên fermanberan pêwîstiya Iraqê bi nêzîkî 50 milyar dolarî heye
Nîşan Iraq Petrol Bûdce
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Iraqê nikare bi hêsanî reşnivîsa bûdceya giştî bişîne parlemenê, ji ber ku buhayê petrolê daketiye û bûdceya Iraqê jî %90 li ser dahata petrolê ye.

Iraq rûbirûyî kêşeyeke aborî ya cidî bûye û sereketirîn sedema wê jî, bi daketina nirxê petrolê ve tê girêdan.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, di civîna parlementoyê de, ji bo bawerîpêdana bi kabîneya xwe, ji parlementoyê re ragihand, ku budceyê dişîne parlementoyê.

Endamekî Komîteya Darayî ya Parlementoya Iraqê jî dibêje, nerînên cuda derbarê reşnivîsa budcyea sala 2020an de hene.

Endamê Komîteya Darayî ya Parlementoya Iraqê Dr. Cemal Koçer ji Rûdawê re ragihand: “Nerînek heye ku pê baş e 2 corên bûdceyê hebin. Yekem, bûdceya cîgir û çespandî, ku taybet bi mûçeyê fermanberan e. Nirxeke diyarkirî yê petrolê jê re tê diyarkirin, ji bo ku ti kêşeyeke mûçe dirust nebe. Duyem, bûdceyeke guhêrbar be ji bo weberanînan, projeyan û xerciya hikûmî, ku li gorî nirxê petrolê bê guhertin.”

Nerîneke din jî heye, pê baş e ew projeyasaya di dema hikûmeta Adil Ebdulmehdî de hate amadekirin tevî hinek guherînan, bê şandin ji bo Parlementoyê, dibe ku destkarî di nirxê petrolê de bê kirin, ku bi 56 dolaran ji bo her bermîlekê hatibû texmînkirin.

Li gorî dataya Wezareta Plandanînê, niha salane, pêwîstiya Iraqê bi nêzîkî 50 milyar dolarî heye ji bo mûçeyan, ku nêzîkî 7 milyon fermanber û mûçexwer hene.

Parlementerekî Hevpeymaniya Fetih jî, bi serokatiya Hadî Amirî dibêje, dabînkirina mûçeyan dibe karê pêşîne yê kabîneya Kazimî.

Endamê Komîteya Darayî ya Parlementoya Iraqê, Henîn Qedo dibêje: “Mistefa Kazimî ji bo serastkirina madeyên projeyasaya budceyê komîteyekê ji pisporên abûrî û komîteyeke darayî pêk tîne. Karê sereke yê Komîteya Budceya 2020an, dabînkirina mûçeyên fermanberan, malnişînan, pisûleya xorakê û xerciyên sereke ye.”

Projeyasaya budceya 2020an, bi nêzîkî 135 milyar dolarî hate texmînkirin, kurtkirina wê dike nêzîkî 40 milyar dolarî.

Li gorî data û amarên Kompanyaya bazarkirina bi petrolê-Somo, Iraq di dema çar mehên yekem ên îsal de, li gorî heman demê ji sala par, ji daketina nirxê petrolê 11 milyar dolar jidest daye.

Di çar mehên îsal de, dahata Iraqê bêhtir ji 15 milyar dolarî hebû, di demekê de, çar mehên yekem ên sala 2019an, dahata petrolê bêhtir ji 26 milyar dolarî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst