Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiyeyê daxwaza li ser zêran zêde bûye.
Her ku enflasyon bilind dibe pereyên di destên xelkê de bê qîmet dibin.
Xelk jî ji bo ku xwe ji vê yekê biparêze berê xwe dide zêran.
Li bazara herî mezin a zêran a Stenbolê rêzeke dûvdirêj çêbûye û kesên di dorê de dixwazin xwe bigihînin “veberhênana ewle.”
“Xelk zêr dikire da ku pereyên xwe biparêze”
Zêrînger Turan Kîbar wiha behsa bandora enflasyonê ya li ser bazara zêran kir:
“Zêrê yek gram û 5 gramî yê 24 eyar gelekî baş tê firotin.
Li Tirkiyeyê bi bilindbûna rêjeya enflasyonê re xelk zêr dikire da ku pereyên di destê xwe de biparêze.”
Zêr li Tirkiyeyê tenê ne kelûpeleke weberhênanê ye.
Di heman demê de diyariya dawetan, jidayikbûn û ahengên din e jî.
Li gorî amarên fermî, bêqîmetbûna lîreyê Tirkî û bilindbûna enflasyonê ya di salên borî de, sala 2023yan daxwaza li ser zêr bi rêjeya ji sedî 88 zêdetir kiriye.
“Sermayedar kareke zêde jê dikin”
Şîrovekarê Bazara Zêr Îslam Memîş da zanîn ku zêr ti carî bê qîmet nabe û got:
“Li Tirkiyeyê zêr li hemberî lîre ti carî nirxê xwe ji dest nade.
Ji ber vê yekê jî yek ji wan madenan e ku sermayedar kareke zêde jê dikin.
Wekî mînak sala 2023yan kara ji zêr gihiştiye ji sedî 82yan.”
Tirkiyeyê meha tebaxê ya sala borî hawirdekirina (kirîna ji derve) zêr sînordar kir û vê yekê bandoreke mezin li ser hêza zêringeran a dabînkirina daxwazê kir.
Meha sibatê hawirdekirin daket nîvê rêjeya sala borî ya mehane û ev polîtîka bû sedema zêdebûna hilberînê.
Ferqa zêde mezin a bihayê zêr a li Tirkiye û welatên din bûye sedema zêdebûna qaçaxçtiya zêran.
Tenê di çaryeka yekem a îsal de, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê dest daniye ser 350 kîlo zêrên qaçax û ev jî bi rêjeya ji sedî 60î ji tevahiya zêrên ku sala borî hatine girtin zêdetir e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse