OPEC Plus rojane 9.7 milyon bermîlên petrolê kêm dike
Hewlêr (Rûdaw) - OPEC Plus li ser kêmkirina rojane 9.7 milyon bermîlên petrolê li hev kir.
Du berpirsên rêxistina OPEC ragihandine, ku rêkeftin îro hatiye kirin û li gor rêkeftinê dê berhemanîna petrolê rojane bi rêjeya 9.7 milyon bermîlan bihê kêmkirin.
Wan herdu berpirsan amaje bi wê yekê kirin, ku rêkeftina OPEC Plus a ji bo kêmkirina berhemanîna petrolê ji bo herdu mehên Gulan û Hezîranê dibe
Armanca OPEC Plus ji kêmkirina berhemanînê bilindkirina nirxê petrolê ye.
Pêngava nû ya OPEC Plus di demekê de ye, ku belavbûna vîrusa koronayê li cîhanê û bandorên wê bûne sedem ku rêjeya bikarîna petrolê li ser asta cîhanê bi awayekê berçav kêm bibe.