Li Tirkiyê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bêkarî zêde dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi sedema belavbûna vîrusa korona û tedbîrên emnî û ragihandina qedexeya çûn û hatinê, kargeh û bazar hatin girtin û ev yek dibe sedema zêdebûna rêjeya bêkariyê bo astên bilind.

Li gorî amarên fermî ji nava desteya serjimariya Tirkiyê ku diyar dibe rêjeya bêkariyê bo ji sedî 14 bilind bûye beramber ji sedî 13.7 di sala borî de.

Ji ber nebûna kar di nava bajaran de, xelk berê xwe didin cotkariyê, di kerta çandiniyê de rêjeya bêkariyê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji sedî 15.7% kêm bûye, bermaber ji sedî 15.9 di sala borî de .

Komîteya Aborî ya CHP raporek amade kiriye û li gorî wê, tirs heye bi hatina koronayê, hejmara bêkaran li Tirkiyê ji 4 milyon û 400 hezar kes, bilind bibe bo 11 milyon kesî.

Komîteya aborî ya heman parrtiyê pêşbînî dike ku dê nerxê lîra Tirkiyê jî bandoreke mezin bi hatina Korona bibîne, û dê nerxê lîre dakeve 8.20 lîre bermaber her dolarekî.

Ji aliyê xwe ve, hikûmeta Tirkiyê proje yasayeyekê amade dike da ku benda berdana karkeran ji kar rawestîne û hewl bide her karkerek li ser karê xwe bimîne weke gavekê bo kêmkriina rêjeya bêkariyê.

Bi belavbûna korona tevahiya aboriya cîhanê ziyanê dibîne û piraniya kargeh û dezgehên fermî û yên kerta taybet ji kar rawestiyane û li gorî rêxistina kar a navdewletî ku ji destpêka belavbûna Korona û heta niha 195 milyon kesî li ser asta cîhanê, ji kar hatiye berdan.