Wezîrê petrolê yê Iraqê: Hinardekirina petrola Kurdistanê zêde dibe
Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Petrolê yê Iraqê ragihand, ew bi hêvî ye ku Herêma Kurdistanê pabendî rêkevtina xwe ya derbarê raestkirina rojane 250 hezar bermîlên petrolê bi hikûmeta navendî be. Samir Xezban herwiha got, hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê heta dawiya îsal bo 550 hezar bermîlan zêde dibe.
Samir Xezban, Wezîrê Petrola Iraqê, li parêzgeha Besrayê di konferanseke rojnamevanî de amarên girêdayî hinardekirina nefta Iraqê û Herêma Kurdistanê di vê mehê de eşkere kir.
Wezîrê Petrola Iraqê ragihand ku li başûrê Iraqê hinardekirina neftê zêde bûye û gihiştiye rojane 3 milyon û 550 hezar bermîlan ku bi berawird li gel meha yekê ya îsal rêjeya hinardekirinê bilind bûye.
Samir Xezban herwiha ragihand, asta hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê jî niha rojane 420 hezar bermîl e û heta dawiya îsal dê bo rojane 550 hezar bermîlan zêde bibe.
Xezban ragihand, danûstandineke wî ya baş li gel Serokwezîrên Herêma Kurdistanê hebûye û hêvî kir ku di çarçoveya bûdceya 2019an a Iraqê de, Herêma Kurdistanê pabendî radestkirina rojane 250 hezar bermîlên petrolê neftê bi hikûmeta federal be.