Li Tirkiyeyê hevdîtinên mûçeyê herî kêm dest pê dikin

11-12-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Mûçeyê Kêmane
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevdîtinên mûçeyê herî kêm ku nêzîkî 7 milyon kesan eleqeder dikin îro li Tirkiyeyê dest pê dikin.

Çavê bi milyonan kesan li ser wê yekê ye, ka dê mûçeyê herî kêm çiqasî bê zêdekiri

Car ewil e ku di komisyona hevdîtinan de çar karker jî cih digirin.

Hevdîtinên Komisyona Destnîşankirina Mûçeyê Herî Kêm îro dest pê dikin.

Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî ya Tirkiyeyê mazûvaniya civînê dike.

Di civînê de Konfederasyona Sendîkayên Xwediyê Kar a Tirkiyeyê (TİSK) nûnertiya xwediyên kar dike.

TURK-ÎŞa ku konfedarasyona herî mezin a karkeran e jî karkeran temsîl dike.

Sekreterê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Xwediyê Kar a Tirkiyeyê Akansel Koç serokatiya şanda xwediyên kar dike.

Alîkarê Serokê TURK-ÎŞê Ramazan Agar jî serokatiya şandeya karkeran dike.

Di hevdîtinên îsal de ji salên borî cudatir, di nav şandeya TURK-ÎŞê de ku ji pênc kesan pêk tê 4 karker hene.

Li Tirkiyeyê mûçeyê herî kêm ji 1ê Tîrmeha 2023yan ve 11 hezar û 402 lîreyên Tirkî ye.

Li gorî Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) enflasyona salane gihiştiye ji sedî 61,98an.

Li gorî ENAGê jî enflasyon gihiştiye ji sedî 129,27an.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber bihabûna zêde û zamên berdewam û mûçeyê herî kêm têra debara jiyanê nake.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst